Cîhan

Yekêtiya Ewropayê piştgiriya Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî di civînekê de digel şandeyeke Yekêtiya Ewropayê, daxwaz jê kir ku rastiya rewşa herêma Kurdistanê bi aliyên peywendîdarên navdewletî û Yekêtiya Ewropayê bigihînin û di warê alîkarî û hevkariya koçber û penaberan de, piştgiriya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bikin, çi rasterast yan jî bi rêya rêxistinên navdewletî û navxweyî be. Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 27.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kirîstos Stayliyanis komîserê balayê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên mirovî û îdarekirina kirîzan û Cana Haypeskova sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û şandeya bi wan re kir. Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya rola sefîra Yekêtiya Ewropayê li Îraqê kir ku, berdewam serdana herêma Kurdistanê dike û ji nêzîk çavdêriya rewşa heye dike û ev yek jî wê nîşan dide ku Yekêtiya Ewropayê giringiyê bi herêma Kurdidtanê dide.Şandeya Yekêtiya Ewropayê sipasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir ku bi mêrxasî karîn pêşiyê li êrîşên terorîstên DAÎŞ bigirin û hemû pêkhateyên neteweyî û olî biparêzin. Şandeya mêvan sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku tevî wê kirîza êkonomî, pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye û baştirîn xizmet pêşkeşî wan koçber û penaberan kirine û di vê çarçoveyê de Yekêtiya Ewropayê dê hevkarî û alîkariya herêma Kurdistanê bike û dê lêbixebite daku civaka navdewletî zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike û barê wê yê giran sivik bike.

Back to top button