Polîtîk

Yekemîn jina Kurda ku li Qafkasya bûye doktorê dîroknasiyê

Lamara Paşaêva yekemîn jina Kurd-Êzîdî ya Qafqasya ye , ya ku cava êtnograf û doktora dîroknasiyê te nas kirin.

Di 17 kanûna paş ya sala 1940 li bajarê Tbîlîsî (Yekîtiya Sovêtê ê berê ) li mala Farêyê Bêmal ji eşîra Reşan û Gezoya Edo ji dayîk bûye. Bavê wê Farêyê Bêmal beşdarê Şerê Wetenyêye Mezin bû (şerê Yekîtiya Sovêtê dijî Almaniya faşîst).

Di sala 1957 dibistana navîn № 44 li Tbîlîsê xilas kir.

Di sala 1964 fakultêta rojhilatnasiyê beşa zimanê tirkî û dîroka welatên Rojhilata Navîn li Unîvêsîtêta Tbîlîsê ya dewletê xilas kir

Di sala 1965 li aspîrantûrayê dixwend.

Di sala 1970 doktora xwe li ser babetê “Malbat û jiyana malbatî ya hurumên Tsalkê” parast.

Di sala 1972 hevkara zanistî ya Înstîtûta dîrokê û êtnografiyayê ye. Demek dirêj pirsa kurd û hurumên Axaltsîxê, Têtrî Tsqaro, Acarayê û Abxaziyê va mijûl dibû.

Ji sala 1985 babeta sereke ya lêkolînên wê kurdnasî ye. 

Ew beşdara gelek konferansên navnetewî bû ser vê babetê li Rûsiya, Ermenistanê û Gurcistanê.

Di destpêka salên 90, ew 3 sala dersdara “Înstîtûta Maf û Aboriya bazirganî bû”.

Gelek sal bi alîkariya wê paşnavê asûriya, êzdiya û huruman (grêk) dihatin rastkirin di Wezîreta Edaletê ya Gurcistanê da.

Di sala 1985 li kovara zanistî “Matsnê” da gotara wêye yekemîn û giring derheqa kurdên Gurcistanê da hate belav kirin.

Di sala 1987 pirtûka wê “Êlêmêntên negatîv û pozîtîv di edetên zewacê da bal êzdiyên Gurcistanê” hate çapkirin.

Di sala 1988 gotara wêye mezin “Qedexeyên dînî-kastî di zewacê da cem êzdiyên Gurcistanê berê ” (Berevoka êtnografî ya Kavkasyê №7)

Di sala 2000 gotara wê “Kurdên Gurcistanê. Derheqa hestê wan yê êtnîkî û dînî” hate belav kirin.

Di sala 2003 gotara wê “Edetê veşartina miriyan cem êzdiyan” derket (Berevoka êtnografî ya Kavkasiyê №8).

Di sala 2004 gotara wê “Niştecîbûna kurdan li Gurcistanê (material jib o êtnografiya gurcî №25)

Di sala 2005 gotara wê “edetên bûyîna zarokan û terbiyetkirina wan cem kurdan” (material ji bo êtnografiya gurcî №26)

Lamara Paşaêva bi gelek xelatan hatiye rewa kirin. Yek ji wan ji aliyê baylozê Îraqê li Rûsyayê ji bo alîkariyê ku wê daye xwendewanan, her wisa jî xelata ji bo karekî hêja di Komela parastina welatên Asiya û Afrîka.

Di sala 2003 serokê Gurcistanê ê berê Êdûard Şêvardnadzê ji bo emekê wê ye hêja bi xelata dewletê ya bilind “Ordêna Şerefê” ew xelat kir.

Lamara Paşaêva beşdara konfêransên zanyarî û navnetewî bûye li Moskowê, Sankt-Pêterbûrgê, Rewanê, Bakû, Salonkî, Bûdapêştê, Bêrlînê û hwd.

Ew zaniyara bi nav û denge û ji bilî vê karmenda civakî bi qedir u hurmete. Ew tevî ronakbîrên ên kurd û gurc bû, ku alîkarya hûmanîtar biribûn kampa penaberên kurd yên ku piştî komkujiya Helebcê ji Îraqê revî bûn Îranê. 

Lamara Paşayêva niha li Gurcistanê dimîne û karê xwe yê zanistî va mijûle.

Back to top button