Bi armanca zêdetir xurtkirina têkeliyan digel herêma Kurdistanê û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, îro roja yekşemiyê (15.12.2013) Nobo Kîşî cîgirê wezîrê derve yê Japoniyayê bi serokatiya şendeyekê gihoşte bajarê Hewlêrê û li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Suham Cebelî alîkara berpirsên têkeliyên derve û Selîm Îbrahîm şîretmendê fermangeha têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.
Cîgirê wezîrê derve yê Japoniyayê di çend hevdîtin û dîdaran bi berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê re pêkbîne û dê di merasimekê de ew alîakriya ji bo penaberên surî bi xwe re anîye tesîmî rêxistina IOM a navdewletî bike daku ew jî bi rêya xwe bi ser penaberan de dabeş bikin.
Weke tê zanîn ev yekm care di posteke wisa bilin de berpirsek ji hikûmeta Japoniyayê serdana herêma Kurdistanê dike.