Li Amerîka tawanbarên teqandina bomban li maratona bajarê Bostonê yek kuştî yek jî sax hatin girtin. Herdu tawanbar birayê hevbûn û ji Çaçanistanê bûn. Demekî li Tirkiye mane û hatine Amerîkayê.

Piştî bûyera Bostonê hemû hêzên asayîşa Amerîkî ji bo tawanbaran bigirin di nav çalakiyek gelek berfireh de bûn.

Hêzên asayîşê agahdar bûn ku herdu bira li bajarekî nêzikî Boston xwe veşartine. Polisan cihê wan dîtin û şerek di nav wan polisan de derket. Birayê mezin TamerlanTzarnaev hate kuştin lê birayê biçûk winda bû.

Doh evarî polisan dewsa Dzohokhar Tsarnaevê 19 salî li taxek ku Tirk piranî lê dijîn tesbît kir û ew birîndar girtin.

Di vê derbarê de serokê Amerîkayê Obama daxuyaniyek da û got, em hemî awayî amadene ku hevwelatiyên xwe biparêzin û emê heta dawî li dûv vê pirsê herin ka gelo çi dezgeh yan jî alî li pişta vê bûyerêne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: