Cîhan

Yefimov: Amerika piştevaniya dewleta Kurdistanê dike

Balyozê Rûsya li Şamê: Amerîka piştevaniya damezrandina dewleta Kurdistanê dike

Balyozê Rûsya li Şama paytexta Sûriye li hevpeyvîneke rojnamevanî da eşkere kir ku Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka piştevaniyê li daxwazên Kurd yên li damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê dike û bi alîkariya çek û pere wan ji bo wê armancê ve nêzîktir dike.

Aleksandr Vladimirovich Yefimov li hevpeyvîneke rojnamevanî de ragihand, ji bilî wê yekê ku Amerîka dûpat li wê yekê dike ku armanca wî şerkirine li dijî terorîstan, lê belê bi tu awayekî rênadin hêzên Hikûmeta Sûriye vegerin navçeyên Rojhilata Firatê, eve jî wê yekê nîşand dide ku Washington piştevaniya Kurdan ya li gihîştina bi armanca xwe û damezrandina dewleta Kurdistanê dike.

Yefimov her wiha got: Amerîka bi çek û pere alîkariya wan dike û kêlgehên neftê jî dagîrkiriye û ji bo berjewendiya Kurdan bikartîne.

Washington bi pere û çek û neft piştevaniya damezrandina dewleta Kurdistanê dike

Di derbarê danustandinên Şamê li gel Kurd jî dûpat li wê yekê kir ku Amerîkî rêgirê serekîne li gihîştina Kurd û Şam bi rêkeftin û berqerarkirina aştiya li navçeyê. Ji ber wê yekê ji bilî çendîn car ragihandina vekişandina hêzên wan ji navçeyê, lê heta niha jî li kêlgeyên neftiyan mane û Sûriye bi cîh nahêlin.

Ev axaftinên Balyozê Rûsya li Şamê di demek daye li rojên derbasbûyî jî peymangeha Washington babetekî belavkir û têda dûpat li wê yekê kir ku Washington hewl dide navçeyên Kurdên Sûriye û Iraqê bi pêkve girêbide û dewleta Kurdistanê lê dirust bike.

 

Back to top button