YE ji bo avakirina Iraqê projeyan amade dike
Berpirsekî peywendîyên derve yê Yekîtîya Ewropa ragihand, ku dê di qonaxa pêşiya me de, ji alîyê Yekîtîya Ewropa ve pitirî 56 ]irket ji bo pêkanîna projeyên bingehîn ( jêrxaneyî ) ber bi Iraq ve bihên şandin.
Serokê komîteya pêwendîyên derve yê Yekîtîya Ewropa yê kar û barên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîka Stefan Homnî got, ku Yekîtîya Ewropa li hember dosyaya avakirina Iraqê alîyekî siyasîyê dîyarkirî destnîşan nake û bi germî, piştevanîya hemû projeyan dike, ewên ku alîkarîya Iraqê dikin, da ku Iraq li ser pêyên xwe bisekine û şîyanên xwe yên aborî xurttir bike.
Stefan got, ku ne tiştekî sanayî ye ew bikaribin hemû alîyekî razî bikin, da ku kompanyayên xwe ber bi Iraqê ve bişînin û heta wê dema ku rewşa siyasîya Iraqê ber bi başbûnê ve diçe.
Serokê komîteya peywendîyên derveyên Yekîtîya Ewropa yê kar û barên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîka da xuyakirin, ku dê di heyvên bihên de, Yekîtîya Ewropa wek bingeheka baş bo dubare avedankirina Iraqê kar bike.