Cîhan

YE: Herêma Kurdistanê li ser pêşketinê berdewame

Carekî din tundutîjî û şerê eşîrî li Iraqê serî hildaye û metirsiya wê yekê jî li holê daye, li her demek de şerê navxweyî li vî welatî de destpêbike.

Li van çend heftiyên derbasbûyî de çendîn karên teqîn û tundutîjiyê li herêmên Şîenişînên Bexda rûdaye û bi vê sedemê jî dehan kes bûne qurbanî.

Herêmekî aram û pêşketî

Li van deman de jî Herêma Kurdistanê li rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ve pêşwaziya welatiyên biyanî dike. 

Balafirxaneya Hewlêr yek ji Balafirxaneyên balkêşe ku 380 milyon dolaran hatiye dirust kirin.

Herêma Kurdistanê jî cîheke gelek aram û pêşketiye. Hejmarek ji pîspor û şarezayan jî bajarê Hewlêra paytexta Herêmê bi “Dubai ya nû” didin zanîn. 

Kurdistan li çendîn waran ve wekî Îskoçya(Skotlanda) ye. Herêma Kurdistanê cîheke balkêş û çiyayî ye.

Rûniştvanên Kurdistanê kesên cîddî û xebatkarin û bi dirêjahiya dîrokê jî rûbirûyê çendîn nerehetî û êrîşan bûne. 

Niha Herêma Kurdistanê xwedî Hikûmet û desthilata xwe ye û ji aliyê Pêşmergeyê bê westan Mesûd Barzanî ve tê Serokayetî kirin. 

Kurdistan li warê neft ve gelek girînge û li gor destûra bingehîna Iraqê jî divê %17 ê bûdçeya Iraqê ji bo vê Herêmê bê terxan kirin.

Hevdû nêzîkbûna Îskoçya û Herêma Kurdistanê li vir de bi dawî dibe, ji ber ku Kurdistan xwedî hêza xwe ya serbazî ye ku ew jî hêza Pêşmergeyên Kurdistane. 

Li piştî sala 2003 ve nêzîkî 130 hezar Pêşmergeyên Kurdistanê herêmên sînoriyên di navbera Herêm û navçeyên dinê Iraqê kontrol kirine û rê nadin terorîst û kesên xwekûj ji cihên dinê Iraqê ve biçin nav Herêmên wan û karê terorîstî encam bidin. 

Derencama wan hewl û newestan û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî diyare û cihê destxweşiyê ye.

Wezareta Derveya Brîtanya daxwaz ji welatiyên Brîtanî dike serdana Iraqê nekin, lê belê ew dikarin bi bê tirs û gumanê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Ji bîra we neçê li sala 2003 ve tu welatiyekî biyanî li Herêma Kurdistanê nehatiye kuştin. 

Hejmareke zêdeyê otelên balkêş jî û bazarên mezin (Mall) li bajarê Hewlêra paytexta Kurdistanê de hatiye vekirin û li van bazarên mezin de nûtirîn modelên kelupel û pêdiviyan bi dest dikevê. 

Civaka Kurdî civakekî vekiriye û welatiyên biyanî û geştiyar jî li cafeteryayan de kom dibin. 

Kertê neft û peywendiya li gel Tirkiye 

Kertê neft dikarê bibê sedema zêdetir geşbûn û pêşketina Herêma Kurdistanê.

Berpirsên Hikûmetê dibêjin, Herêma wan berî sala 2019 dikarê rojane 2 milyon bermîl neft berhem bîne û eve jî wateya ewe digihîne Herêm dibê veberhênerekî mezinê neft û pêş welatên wekî Lîbya dikevê.

Neft bûye sedema aloziya peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, lê belê her ev alozî wiha kiriye serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê jî zêdetirê her demeke din bîra serbixweyî bike.

Herdem armanca Kurd ewe bûye “Kurdistanekî mezin dabimezrêne” ku Kurdistana Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye li xwe bigre.

Niha jî hejmara rûniştvanên Kurd zêdetirê 40 milyon kes dibê û bi vî awayî jî Kurd yek ji mezintirîn pêkhatê etnikîyê seranserê cîhane ku ne xwedî dewleta xwe ya serbixweye. 

Raste Tirkiye û Îran dijî damezrandina dewletekî serbixweya Kurdî ne, lê belê Tirkiye sînorên xwe yên li gel Herêmê vekiriye û yarmetîderê zêdetir geşbûn û pêşketina Kurdistane. Hejmarekî zêdeyê kompanyayên Tirkiye li Hewlêr û bajarên dinê Herêmê mijulî karê veberhênanê ne û bi vî awayî jî bingeha aboriya Kurdistanê geşbûnê bi xwe ve dîtiye. Biryare berî sala 2014 jî û karê taybet bi danîna boriyên neftî ya di navbera Kurdistan û Tirkiyê temam bibê. 

Peywendiyên wan ewqas pêşketine ku li meha gulana îsal de Serokê zîndankiriyên PKK (Abdullah Ocelan) daxwaza ragihandina agirbestê li şerwanên xwe kir. 

Ocelan daxwaz ji şerwanên xwe kir ji sînorê axa Tirkiye vekişin û ji bo mebesta çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê planekî sê qonaxî jî ragihand. Ev pêşniyar jî ji aliyê Receb Tayib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye ve hate pêşwazî kirin. 

Spaskirina Serokê Herêm û Serokê Hikûmet

Ev guhertin gelek girîngin, ji ber ku Kurd li pêşerojê de ji aliyê rejîma Sedam Husên ve bi hemû awayekî zulm lê dihate kirin. Partiya Be’esa Sedam li sala 1986 de dest bi pêvajoya Enfalê ya li dijî gelê Kurd kir. 

Pêvajoya Enfal heta sala 1989 berdewam bû û têda rejîma Sedam sud li êrîşa erdî û êrîşa asmanî û wêrankirina sîstematîkiya gund û bajar û bajarokan, koçberkirina bi kom ya Kurd û bi karanîna çekên Kîmyayî destpêkir. Li helmeta enfalê de zêdetirê 180 hezar welatiyên Kurd hatin enfal kirin. Zêdetirê 4500 gund bi tevahî hatin wêrankirin, xwendingeh, nexweşxane, mizgeft, dêr (kilîse) hatin rûxandin. Sedam çekên kîmyayî dijî rûniştvanên bajarê Helebçeyê bikaranî û eve jî bû sedema aciziya civaka navdewletî û derencama vê aciziyê jî bi dawî anîna desthilata wê rejîmê bû. 

Çekên kîmyayî bûye sedema şewitandina Helebçe û bajar û bajarokên dinê Kurdistanê, lê belê niha ev destpêka qonaxekî nû ye.

Hejmareke zêdeyê xwendingeh û zanîngeh li Herêma Kurdistanê de hatine vekirin û eve jî wateya ewe digigîne paşarojeke geş li benda nifşên nû yê Kurde. 

Welatiyên li navçeyên dinê Iraq û Suriyê hatine Herêma Kurdistanê bo ku li aramiyê de bijîn. Divê Rojava spasiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê bike li beramber wan alîkariyên ku pêşkêşî penaberan dikin. Kurdistan nimûneyekî geşe û ji me re dibêje: ku çawa dikare aramî û asayîş bibê sedema geşbûna warên aborî û rexsandina derfetên îş û kar û pêşketina Kurdistanê. 

Steve Stevenson

Têbînî: Steve Stevenson Endamê Parlemena Yekîtiya Ewrûpaye û Berpirsê Şanda Yekîtiya Ewrûpa ya pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Yekîtiya Ewrûpa ye.

Çavkanî: Kovara “Z Parliament” ya Yekîtiya Ewrûpa

Back to top button