YE: Em daweya li Amed ê ji nêz ve raçav dikin
Serokê YE bersiva CHAK ê da:
Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK berî niha raporek taybetî li ser daweya KCK ê li Amedê û raporek li ser rewşa Muharrem Erbey belav kiribû.
CHAK ê bang li hêzên însanî û siyasî li welatên Yekîtiya Ewropayê, Emerîka û gelek welatên din kiribûn ku, dadgeha li Amedê raçav bikin, qonaxê bişopînin, herin Amed ê û piştgiriya siyasetvanê hilbijartî yên Kurda bikin. Her wisa li ser navê navenda CHAK ê, cîgirê serokê giştî yê CHAK ê rojnamevan Gabar Çiyan, bi nameyên taybetî pirs biribû ber destê Serokê Yekîtiya Ewropayê Van Rompuy, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Josê Barosso û rêvebirên grubên siyasî di parlamentoya Ewropayê de.
Îro li ser navê Serok Rompuy, dîrektoriya giştî ya çapemenî û ragihandina YE bersivek da CHAK ê. Di nameyê de tê gortin ku, ”birêz VAN Rompuy ji bo name û xemgîniya we li ser pirsa girtina siyasetvanên hilbijartî hatiye agehdarkirin.
Yekîtiya Ewropayê-YE nirxek mezin dide prensîbê serdestiya hiquqê, mafê mirovan û mafê azadiya bingehîn, ku ev tev li pêşiya Turkiyê ne da ku bi rêya reformên pêk tên, çareser bibin. Çarçoveya bazara endametiyê ji Turkiyê dixwaz dike ku, pêkanîna reforman bidomîne û ji bo hurmeta li hemberî presîbên azadî, demokrasî, serdestiya edaletê, mafê mirovan û mafê bingehîn zêdetir bête girtin xebata xwe zêde bike. Divê Turkiye alîkariya kesên girtî bike ku dîtina wan aştîxwaz e, bi berdewamî rêzê ji bo azadiya fikir û azadiya rêkxistinî nîşan bide. Ji bo girêdana hevbendiyê, pirsgirêkên hene di çarçoveya peymanên Ewropayê û yên navnetewî û bi rêya aştiyê çareser bike. Weke ku di nameya we de jî hatiye gotin, jibo pirsên eqaliyetan, mafê wan yê çandî û parastina wan jî daxwaziyên bilez ji Turkiyê hatine xwestin.
Di 8-11-2009 an de ji bo ku Turkiye krîterên Kopenhamnê bi cî bîne, xwestinên nû, garantidayinên nû hatine xwestin ku pirsên azadiya fikir, mafê kesan ji bo eqaliyetan û mafê zarokan hemêz dikin. YE ji Turkiyê xwestiye ku tevayên biryarên Dadgeha Ewropayê li ser pirsa mafê mirovan bi cî bîne.
Weke ku pirs cara dawî di 10 gulana 2010 de bi Turkiyê re hatibû niqaşkirin, çavdêriyên YE dê li ser pirsgirêkên li Turkiyê pir hur û kurtir bibin. Nirxandinên li ser li Turkiyê, di çarçoveya bazara endametî û girêdana hevbendiyê de dê bi berdewamî ji aliyê hemu dezgehên YE dê bêne kirin. Armanc sexlemkirina kriterên Kopenhamn ê ne. Bi taybetî parastina rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan û siyasetvanan ku ew bi rehetî karîbin biaxifin û divê ew ji ber dîtinên xwe neyêne girtin û mehkeme kirin. Bi taybetî ji bo parastina mafê eqaletiyetan û mafên çandî, divê tedbîr bêne girtin û zimanê ji derveyî turkî jî ji aliyê siyasî û fermî bêne bikaranîn.
YE, Turkiye teşwîk dike ku hikumet ji bo pêşketina demokrasiyê û Pirsa kurdan jî di nav de, gavên nû bavêje. Divê tedbîrên zelalbûyî bêne pêşkeşkirin ku tevayê hemwelatiyên Turkiyê ji van mafan sudên bigirin û her wisa rewşa li ”başûrê rojhilat” baştir bikin.
Ji bo sivikirina xemgîniyên we, em dixwazin bêjin ku, dadgeha ku didome jî têde dê tevayên pirsgirêkên mafê mirovan li Turkiyê ji aliyê YE, ji çar aliyan ve bê raçavkirin.
Bi silavên ji dil”