CivakPolîtîk

YBŞ nikare Şingalê ji Kurdistanê cuda bike

Cîgirê Fermandarê YBŞê gotiye hêza me girêdayî Iraqê ye ne Herêma Kurdistanê û em bûne beşek ji Artêşa Iraqê û fermana xwe ji Bexdayê werdigirin. Nûnerê kurdên êzdî û fermandarê pêşmergeyên êzdî jî dibêjin: YBŞê dihêle em ji kurdbûna wan biguman bin, ku ji ber pereyan dixwazin gel û axa xwe radestî Bexdayê bikin, em dizanin ecîndayekî herêmî, mezintir ji Bexdayê jî, li pişt hewlên YBŞê ye. Parlemanterê kurdên êzdî ji Frakisyona PDKê Şêx Şemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Aliyê siyasî yê YBŞê ser bi PKKê ve ye û mixabin meramên Heşda Şeibî ya şîeyan li Şingalê cîbicî dike. Siyaseta Bexdayê birêve dibin. Ew biyanî ne û hatine Şingalê û bi pereyan hinek kes kirine hevalê xwe.” Şêx Şemo wiha got: “Bi navê Şingalê diaxivin û xwe mezin dikin. Şingalî ticarî ji Kurdistanê cuda nebûne û nabin jî. Ew Şingala ku di bin siya Bexdayê de rastî zilmê dihat, niha YBŞ dixwaze disa vegerîne bin destê Bexdayê. Diyar e ecîndayek herêmî û mezintir ji Bexdayê jî li pişt wan hewlên YBŞê ne û Bexda jî bo tevliheviyê wan li Şingalê bikartîne.” Şamo wiha got: “Fermandeyeke hêza Pêşmerge li ser destê Serok Barzanî li Şingalê hatiye avakirin ku xwedî 8 hezar pêşmergeyên Şingalê ye û erkê parastina Şingalê li xwe girtine. Koçberên Şingalê û dibistanên kampan hemû li Herêma Kurdistanê ne û hikûmet birêve dibe û mûçeyan dide wan. Eger YBŞ û Bexda rast dibêjin bila alîkariya wan bikin, lê diyar e merameke siyasî li pişt YBŞê heye û dixwaze Şingal her wisa vala be û ji xwe re bikin qendîleke din. Ew ne ji êzdiyan re kar dikin. Dema şer li Şingalê nema dê referandum were kirin û dê bi yekcarî vegere ser Herêma Kurdistanê û ew jî divê ji Şingalê herin, ji ber ku Şingalî ji wan qebûl nakin.” Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Êzdî Qasim Simêl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû xelkê Şingalê dizanin ku kê ji wan re kiriye û kê Şingal û Çiyayê Şingalê rizgar kir û çawa Serok Barzanî serperiştiya wê operasyonê dikin û zêdetirî salekê Şingal di destê DAIŞê de ma û kesî nikarîbû rizgar bike, heta Serok Barzanî soza xwe bir serî û bi hêza Pêşmerge Şingal rizgar kir û niha jî Pêşmerge bi qehremanî bergiriyê li Şingalê dikin û bi sedan km şerê DAIŞê dikin.”

Back to top button