Polîtîk

Yawer: Tu çekdar di riya Kurdistanê re derbasî Sûriyê nebûne

 

Cebar Yawer berdefkê wezareta pêşmergeyê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de barsiva nûçe û îdîyayên rojnameyên erebî da û ew   nûçe û îdîyayên hinek rojnameyên erebî  ku, dibêjin komek çekdarên opozisyona rejîma Sûriyê piştî dîtina perwerdeya leşkerî di riya Herêma Kurdistan, Îran û Tirkiye re derbasî Sûriyê bûne, direw derxistin.

Yawer diyar kir ku, ew nûçe rast nînin û helbet ev nûçe  tenê ne got-gotik in, lê hinek dixwazin bi van nûçeyên derew, navê Herêma Kurdistanê xerab bikin. 

Berdefkê wezareta pêşmerge got:

Tu liv û tevgerek leşkerî di riya sînorê me, herêma Kurdistan,  digel Sûriye yan Îran û Tirkiyê re rû nedaye û tu agahiyek li ser vê yekê negihîştiye me û ev nûçe jî nerast in. 

Li dor helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hemebr şoreşa gelên Sûriyeyê jî, Cebar Yawer got ku,  hikûmeta herêmê pişta daxwaziyên demokratîk û aştiyane yên gelê Sûriyê digire, lê herêma Kurdistanê  tu wextî rêkeftinên navdewletî û qanûna sînoran binpê nake û destê xwe naxe nav karên tu welatekî de:

Li gor destûra dewleta federalî ya İraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê nikare rasterast arîkariya leşkerî ligel tu welatekî cîran bike. Ji ber ku destûr di maddeya 110ê de meseleya rêkeftina siyasîkirina welatê İraqê ligel welatên cîran têxe deshilata siyadî (merkezî) de. Hikûmeta federalî ya İraqê dikare rêkeftinên ewlekarî yan leşkerî ligel welatên cîran û cîhanê îmze bike. Ji ber vê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê ligor yasa û destûrê nikare tu hemahengî, hevkarî, karên hevbeş, çalakiyên leşkerî yên hevbeş û arîkariya ewlekariyê ligel tu welatekî cîhanê bike

 

Back to top button