Di siyasetê de leşker xwedî bandorin
Rojnamevanê rojnameya Milliyetê Fikret Bîla, ji Nejdet Ozel sererkanê arteşa Tirkiyeyê dipirse :
Gelo di tekoşîna li dijî PKKê de Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Celal Talebanî serokomarê Îraqê hevkariya îstîxbaratî û di warên dine piştgirî kirine? Gelo ew nûçe rastin ku dibêjin Pêşmergey PKK tengaf kiriye?
Di bersiva xwe de Nejdet Ozel sererkanê arteşa Tirkiyeyê dibêje :
– Ji sala 2008ê were mekanîzmeke sêalî di navebra Tirkiye, Îraq û Amerîkayê de heye û armanc ji wê ew bû ku rê ji PKKê re neyê dayîn xaka Îraqê bo êrîşkirina ser Tirkiyeyê bikarbîne û PKK li bakurê Îraqê bê jinavbirin. Lê heta roja îro jî ne hikûmeta îraqê û ne jî desthilata bakurê Îraqê, ji bona cîbicîkirina biryarên mekanîzma sêalî, piştgirya me nekiriye.
Navborî di berdewamiya bersiva xwe de got ku Amerîka di warê guhertina zaniyariyên îstêxbaratî de berdewam piştgiriya Tirkiyeyê dike, lê piştevanî ji herêma Kurdistanê sînordare:
– Em niha ji nêzîk çavdêriya pêşhatên siyasî û leşkerîyên Îraqê dikin. Em mecbûrin berjewendî û mafên Tirkiyeyê biparîzin. Di çarçovyê liberçavgirtina şertên siyasî û serbazî, her dema pêwîst bike em dê operasyona bejayî bo ser bakurê Îraqê encamp bidin.
Nejdet Ozel di persiva pirseka ku; ka gelo di dema operasonan de ew dê asmanê Îraqê bikarbînin û hevahengî digel Îranê heye?
Nejdet Ozel got :
– Ji bo bikaranîna asmanê Îranê di dema destpêkirina operasyonan de care hêşta tu hevahengî nine.
Li dor pirsa perwerdeya bi zimnaê kurdî, Nejdet Ozel got:
– Di madeya seyem a destûra Tirkiyeyê de tê gotin ku zimanê fermê yê dewletê tirkî ye, herwesa di madeya 42ê de a destûrê de ev yek hatiye tekîd kirin. Ji bilî zimanî tirkî di dibistanan de nabe bi tu zimanên din perwerde hebe. Bi baweriya me bikaranîna zimanên cihê di warê perwerdeyê de dê cudabûnê di civakê de dirust bike. Em bi awayelî erênî li wê pirsê nanêrin.
Nejdet Ozel di bersiva pirsekê de di derbarê destûra nû de got:
– Di dema amadekirina destûra nû de, dê me jî gotina xwe hebe. Em ji nêzîk çavdêriya pirosesê dikin, lê em naxazin bi rêya medyayê li ser destûra nû dîtinên xwe eşkere bikin.
Rojevakurd