Civak

Başbug tawanbare û hate girtin

Serfermandarê giştî yê berê  Îlker Başbug ji aliyê dadgeha Stanbulê ve hate girtin û berê wî dan girtîgehê. Planên ku di nava leşkeran de ji bo têkbirina Ak Partiyê û pêkanîna înqilabek leşkerî hatîn kirin bi agahdariya Başbug bi xwe bûye. Başbug di vê derbarê de tawanbar hate dîtin û dadgehê berê wî da girtîgehê.

Ev yek di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de cara yekem e çêdibe. Heta niha di vê çerçovê de gelek generalên li ser kar û yên teqewît hatin girtin.Lê serfermandarek giştî cara yekem e ku tê girtin.

Di derbarê Îlker Başbug de dozerê xwedî desthilatdariya taybet di çerçova bûyerên ku leşkeran û hinek generalan kirî doz vekirîbûn. Di çerçova vê dozê de  Başbug jî wek tawanbar derket himberê dozer û êfade da. Dozer jî ew tawanbar dît û bi daxwaziya girtinê rêkir dadgehê. Dadgehê biryara xwe da. Başbug Tawanbar e.

Nûçeya peywendîdar: https://rojevakurd.com/civak/9257-Babug-dadgeh-wek-tawanbarek-fade.html

 

Rojevakurd

 

 

Back to top button