Polîtîk

Yapicioglu:Hê tiştek ne diyar e!

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ku herî dawî ji bo hevkariya di hilbijartinên herêmî de bi Erdogan re hevdîtin pêk anîbû, diyar kir ku nûçeyên ku dibêjin ew ê tifaqê bikin ne rast in û wiha got: “Hê tiştekî teqez tuneye.”

Yapicioglu di axaftina xwe ya li 4emîn Kongreya Asayî ya Parêzgeha Bursayê deaxavtinek kir û behsa Tifaqa Hilbijartinaa kir.

“Hê tiştek ne diyar e”

Yapicioglu, da zanîn ku nûçeyên ‘tifaqê’ yên di çapemeniyê de der barê hilbijartinên herêmî yên di Adara 2024’an de bên kirin ne rast in û wiha got: “Heta niha tiştekî teqez tune ye, daxuyaniyên ku dibêjin ‘Wan li hev kirin, wiha li hev kirin. HUDA-PAR ji tu derê namzetan destnîşan nake, dê piştgiriyê bidin namzedên AK Partiyê’ Ger nûçe li ser agahiyên ne rast bin em li vir wan agahiyan rast dikin, bila nûçeyên xwe sererast bikin. “Eger bi mebest vê yekê dikin, bila ez tenê vê bibêjim: Her kes li gorî şêwaza xwe tevdigere,”

Back to top button