Kultur

Yaneya werzîşa xwezayî û çiyayî ya Botanê li çiyayên Mişarê

Yaneya Werzîşa Xwezayî û Çiyayî ya Botanê ku ji 18 endamên xwe pêktê ji ji gundê Basnê ya Deşta Mişarê (Sêrtê) destpêkir û berev gundê Eynê ve meşiyan.   

Yaneya Werzîşa Xwezayî û Çiyayî ya Botanê li gel 18 endamên xwe û bi rêberiya Ismet Nakipoglu û Dr Şule Oncel Oztop destpêkir. Meşa komê demjimêr 07:30 ji gundê Basnê destpêkir û lê berî destpêkê Dr Şule Oncel Oztop di derbarê meşa bi tendirustî de hinek zanyarî pêşkêşî endaman kir.

Koma werzîşî demjimêr 11:00 an de gihan Kaniya Botê û piştî ku li wir taştê xwarin demjimêr 14:00 an de xwe gihandin Serê Keverê ku girê herî bilinda deşta Mişarê ye.

Back to top button