Polîtîk

Yan ji Iraqê veqetin yan jî..?

Komeke milîsên şîe yên Iraqê daxwaz ji kurdan kirin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û gotin: “Bila Herêma Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike, gelo dê ji Iraqê cuda bibe yan jî dê bibe konfederal.”Koma çekdar a milîsên şîe ya bi navê Esaîb Ehl Elheq daxwaz ji Başûrê Kurdistanê kir, biryarê li ser çarenivîsa xwe ya bi Iraqê re bide. Ewê koma milîsên şîe ragihand, pêwîst dike Herêma Kurdistanê diyar bike ka dê ji Iraqê cuda bibe yan jî bi Iraqê re bimîne û pê re konfederaliyê pêk bîne. Sekreterê Giştîn yê Esaîb Ehl Elheq, Şêx Qeys Xezaalî îro 27ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, federalî ne di asta xwastekên siyasî yên kurdan de ye û bi wê sîtemê dadperwerî (edalet) di dabeşkirina samanên Iraqê de nehatiye dabînkirin. Şêx Qeys Xezaalî di vê daxuyaniya xwe de tekez kir: “Piraniya Iraqiyan di vê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê zêdetir ji mafê xwe ji samanên Iraqê werdigre û pêwsît dike ku ew yek jî were sererastkirin.” Xezaalî tekez dike: “Bo sererastkirina wê rewşê jî yan gerek Herêma Kurdistanê biryar li ser çarenivîsa xwe bide û ji Iraqê cuda be, yan jî pêwendiya wê bi Iraqê re bi awayê konfedralî be.” Sekreterê wê koma milîsên şîe herwiha tekez dike, bi wî awayî dê li gor rêkevtinê dadperwerî di erk û mafan were dabînkirin. Piştî sala 2003an û rûxana rejîma Iraqê çend kom di nava şîeyan de derketin ku ji hemûyan bihêztir û diyartir Supayê Mehdî ya bi serokatiya Moqtedar Sedr bû. Supayê Mehdî piştî rûxana rejîma Serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên bi dijatîkirin û şerkirin bi hêzên Amerîkayê û hevpeymanan re li Iraqê navdar bû. Di sala 2006an de nakokî di nava refên wê koma milîsên şîe de derketin û Qyes Xezaalî ku berpirsekî pilebilind di nav refên Supayê Mehdî de bû, ligel komek çekdar ji wê komê veqetiyan û komeke çekdarî bi navê Esaîb Ehl Elheq ava kirin. Koma Esaîb Ehl Elheq li parêzgeha Bexdayê bihêz e û tê gotin rasterast girêdayî Supayê Quds a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ye. Hikûmeta berê ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî di çend salên borî de bi awayeke berdewam piştgîrî dan wê komê û jê re alîkarî dişand. Di hilbijartinên meha Nîsan a sala 2014an de bi lîsteke cuda kete hilbijartinan û tenê karî parlamenterekî bi navê Hesen Salim bişîne nav Parlamentoya Iraqê. 

Back to top button