Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

Ti caran Kerkûk weke niha ne ketiye ber êrişê û rewşa wê ev qasî metirsîdar nebûye. Kurd di wan demên rojane dihatin neçarkirin ku koçber bibin û li şûna wan Ereb bêne cîbicîkirin jî, bi qasî niha rûbirûyê gef û metirsiyan nedibûn. Ji ber ku di wê heyamê de her çend Kurd ne xwedî desthilatdar bin jî, lê Kerkûk ji bo Kurdan stratejiyek netewî bû û ew bajar her tim di rojeva Kurdan de bû û xemekî giştî ji bo  wê hebû.

Pêştir tevî ku di navbera Kurdan de rîkebereyek cidî hebû jî, lê ji bo Kerkûkê xwedî hêviyek û berpirsyariyeke hevbeş bûn. Pirsa Kerkûkê ji bo hemû aliyan xala hevbeş bû. Ji ber wê yekê Kurdan her hêvî dikirin ku di her guhertin û hêvkeşê de serkevtî bin. Lêbelê niha xemekî giştî nemaye ji bo pirsgirêkên Kerkûkê, herwiha ne tenê Kerkûk, pirsa xema hevbeş a Kurdan nemaye. Ji bilî vê yekê jî niha Kerkûk bûye mijara nakokiyên navxwe ya di nav Kurdan de.

Niha li ber çavên me, her diçe siyaseta erebkirin û şîekirina Kerkûkê li wê parêzgehê bihêz dibe, lê partî û desthilatdariya Kurdî ya li Herêma Kurdistanê û nûnerên Kurdan ên li Bexdayê xwe di vê mijarê de nedîtî û nebihîstî û ker û lal dikin.

Di nav vê rewşa bêdengiyê de Kerkûk çend roj e, bûye mijareke germ. Sedem jî ew e ku beşek ji xelkê herêmê careke din behsa statûya Kerkûkê dikin û dixwazin ew bibe herêmek xweser.

Mijara Kerkûk bibe herêmeke xweser ev ne yekem car e te behskirin û dê ne cara dawiyê jî be. Her çend ew bixwe weke fikrek mirî jidayîk bûye, lê anîna careke din a rojevê ku bûye sedem bê bîra mirovan çi xirabiya wê heye? Derfeteke baş e ji bo Kurd ji nû ve nîqaşan li ser bikin ku bi dirêjahiya bi dehan salan bûye pirseke Kurdan li Iraqê. Her çend Kurd ew pirs ji bîr kirine û pirsa Kurd, xebatên pêştir û qurbaniyên dane ketibe paş pirsa mûçeyan, bi min baştir e careke din bala xwe dane pirsa Kerkûkê.

Ji ber vê yekê, divê piştevaniya wan kesên were kirin ku hewl didin Kerkûk ji vê rewşa niha azad bikin rizgarkirin, ne ku wan bi xiyanetê tohmatbar bikin û bibin sedema lînçkirina wan.

Kurd ji ber sînorên ji berê ve hatine danîn, tenê li dora hinek mijarên sînordarkirî geriyan; wê yekê jî wiha kir ku projeyeke alternatîv dernekeve holê. Kesê cesaret nedikir ku behsa projeyeke alternatîv bike. Li ber çavên me hemûyan, ew projeyên dihatin pêşkeşkirin wek projeyên mirî dikirin. Lewma vejiyandina her jibîrkirinek pirsa Kerkûkê, pêwîst e ku weke rêxweşkirina ji bo nîqaşên bisûd were dîtin û ji bo wê jî me han bide.

Di vê heyama dijwar a ku Herêma Kurdistanê pêre derbas dibe de, ku di demekê de Kurd gelek ji hev dûrketine, divê em Kerûkê bikin pirseke sereke ya hevbeş a Kurdan, çimkî ti pirseke din nemaye me bi hev re girê bide.

Kerkûk ji ber ku dikeve li ber madeya 140 a destûra Iraqê, rewşeke xwe ya taybet heye. Ew rêkarên destûrî û yasayên bi duristkirina herêmeke xweser, li Kerkûkê nikarin bêne praktîzekirin. Herwiha desthilatdariya li Bexdayê ligel ramana navendîgiriyê ye û rê nade ku li welat sistemek federalî biçespe. Lewma ev mijar ji bo bi bîrxistina pirsa federalî jî be, karek baş e.

Em vê yekê jî baş dizanin, eger ku yasayan rê bida Kerkûk bibe herêmek xweser, rêveberiya Bexdayê dîsa jî dê jê re biba asteng. Pêştir parêzgehên sunneyan û parêzgeha Basrayê çend caran bi rêyên destûrî û yasayî ceribandin ku bibin herêmên xweser, lê tevî vê daxwaza wan a rewa, Bexdayê ew daxwaz cîbicî nekir û xwe di wê mijarê de ker û lal kir.

Basra ku xwedî çavkaniyên dahatê yên herî mezin e li Iraqê, ev heyameke dûr û dirêj e dixwaze bibe herêmek xweser, lê Bexda dîsa bi van hincetan wê derfetê nade Basrayê. Bi taybetî ji ber nakokiyên di navbera Sunne û Şîeyan de, dê ti caran Şîe qebûl nekin ku herêmên Sunneyan bibin herêmên xweser.

Rêveberiya Bexdayê, niha hewl dide ku sistema federalî yekcar ji holê rake. Jixwe em hemû vê rastiyê jî baş dizanin ku Kerkûk ne tenê pirsa Iraq û Kurdan e. Welatên li herêmê û welatên navnetewî jî bûne aliyekê pirsgirêkên Kerkûkê.

Pêwîst e beriya her tişt, ew alî û kesên li dijî xweserbûna Kerkûkê, nebin sengerê li dijî ew kesên ku dixwazin Kerkûk bibe herêmek xweser. Jixwe rewşa Kurdan li Iraqê zêde baş nîne, bila ji ber vê mijarê jî nakokiyên xwe zêdetir nekin.

Ez bixwe pêştir li dijî wê yekê bûm ku Kerkûk bibe herêmek xweser. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gav dê pirsên hene çareser bike, lê berevajoyê wê ew rewş dê ligel xwe pirs û krîzên mezintir bîne û Kerkûkê bi tenê dihêlin li ber polîtikayên erebkirinê. Ji ber çend sedeman piştî bi dehan salên din, Kerkûk dibe navçeyek ku piraniyê wê ereb û Kurd li wê derê dibin kemanî.

Ji bilî vê yekê ziyan dê bigihêje navçeyên din ên Kurdistanî wek Xurmatû, Deşta Neynewa, Kut û Diyala. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku li şûna tenê çareserî bo nakokiyên Kerkûkê bêne kirin, baştir e çareseriyeke berfirehtir were dîtin ku herêmên ji Medeliyê heta Şingalê jî lixwe bigire.

Lewma baştir e, ne tenê Kerkûk, eger Kurd bikarin helwesta xwe bikin yek û projeyekê pêşkeş bikin ku herêmên din jî di nav de weke herêmek Kurdistanî ya xweser bê ragihand û Kerkûk jî paytexta wê herêmê be. Bila parêzgeheke li Germesêrê were damezrandin bo navçeyên Bedre, Mendelî, Celewla, Xaneqîn û Xurmatû. Li Deşta Neynewa jî parêzgeheke din were damezrandin bo ew navçe û nahiyên din û hemû bi Herêma Kurdistanê ve bêne girêdan.

Bi vî awayî hemû nakokiyên herêm pêkve tê girêdan û pêgeha Kurdan jî ne tenê li Kerkûkê bihêztir dibe, herwiha li herêmên din jî bihêztir dibe. Qet nebe ji bo niha û paşerojeke dûr pirsgirêka ax û sînoran di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de digihêje qonaxek din û derfet bo aramî û geşedana Kerkûk û wan navçeyên din jî çêdibe.

Tevî ew pirsên li jor min behs kirine, eger guhertin di destûra bingehîn a Iraqê de bêne kirin, Kurd dikarin li ser projeyek bibe alternatîva maddeya 140î bixebitin û dikarin pêşniyara avakirina herêmek din a derve Herêma Kurdistanê derxin pêş. Ew jî bi merca ku hevbeşkirina rasteqîn a pêkhateyên olî û etnîkî. Reng e bala aliyên Şebek, Êzidî û Feyliyan bikêşin ji bo piştevanîkirinê. Herwiha em dikarin bi heman şêweyê bala Sunneyan, Şîe, Turkmen, Ereb,  Aşûrî û Ermeniyan li erdnîgariya Mendelî heta Şingalê bo piştevaniyê bikêşin û dikarin bibin beşek ji projeya navborî.

Herwiha reng e derfetek çêbe ku aliyên herêmî û navdewletî bi çavek cudatir nêzîkî mijar bibin û hemû pêkve wiha bikin ku Iraq herêmeke din a federal qebûl bike. Bi vê yekê pirsa Kurd çareser dibe û Iraq jî ji egera şerek tayfî dûr dikeve. Lê ew aqiliyeta dewleta Iraqê birêve dibe, hêviya wê yekê nade ku jiyanek aram ji bo Iraqiyan vegere.

Arif Qurbanî

Çavkanî: Rûdaw…

Nerîna min :