Xweragirî û qurbanîdanê Ala Kurdistanê bilind ragirtiye

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de diyar kir û got: Em hemû di bin vê Alê de ber bi aşitiyê ve gav bavêjin.

Peya serokwezîr Mesrur Barzanî:

Di Roja Ala Kurdistanê de, ev vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurditanê ye, bilid û pîroz radigrin.

Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin, ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.

Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind ragirtine.

Em hemû li jêr sîbera vê alaya pîroz, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê gav biavêjin.

Roja Ala Kurdistanê pîroz be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: