
Roja Ala Kurdistanê ji bo hişmendiya netewî û hestên welatparêziyê rojek gelek girîng û bi nirx e. Di vê roja pîroz de taybetî li herêma Kurdistanê çalakî têne li darxistin û ev roj tê pîroz kirin.
Mixabin di roja me de hinek aliyên siyasî ku, îdia dikin ew Kurdistanine û ji bo azadiya Kurdistanê ditekoşin, Ala Kurdistanê sembola neteweyê Kurd red dikin û hinek sembolên partiya xwe wek Al bi kartînin. Lê karneanîna Ala Kurdistanê bi xwe delîlê herî mezin a dijitiya hestên netewî ye.
Mixabin di roja me de , li rojavayê Kurdistanê ji aliyê desthilata ku heyî ve Ala Kurdistanê nayê bilindkirin û heta gelek cara ji aliyê hêza desthilat ve bêrêzî li himber vê Ala Pîroz ku sembola neteweyekî ye hatiye kirin.
Ala Kurdistanê ne ala tu aliyek siyasî yan jî partiyekî ye. Ala Neteweyeki ye û xwediyê dîrokek dirêj e. Herî dawî bi awayek fermî ji aliye Parlementoya Kurdistanê ve jî wek Ala Netewî hatiye qebûl kirin û îro li başûrê Kurdistanê bi azadî li ezmanên xaka Kurdistanê bilin de. Her kurdek niştimanperwer Ala Kurdistanê bilind dike û bi şanaziyekî lê xwedî derdikeve.
Bi hemû hestên netewî û niştimanperwerî em roja Ala Kurdistanê li her Kurdekî pîroz dikin û dibêjin em li nirxên netewî xwedî derkevin .
Karmendên Rojevakurd