Polîtîk

Xwepêşandan li dijî şideta li hember jinan tê kirin

Bi sedan kes li meydana Gustav Adolf li navenda bajarê Malmö li Swêdê, doh kom bûbûn bo nerazîbûna xwe hember zor û șideta bi navê namûsê de li djî jinan tê kirin, nîșan bidin. 

Li gor hikûmeta Swêdê nuha kesek taybetî hatîye danîn bo karê kordînekirinê hember zor û șidetê di peywendîyên nêzîk de ser asteke neteweyî, ango kesên herî nêzîk mîna endamên malbatî.

Yên bi sazkirina vê xwepêșandanê rabûn, rêxistina ”Tänk Om” bû ya hember zorî û șideta bi navê namûsê kar dike. Li gor Tänk Om, keҁa 19 salî (Keça kurd ku berî heftiyekê li Swêdê hat kuşrtin) ji Landskrona wextekê hewara xwe gihandibû wan dema bi tirs û xeterê his dikir li malê, piștî ku ji zewaceke mecbûrî li welatê xwe veqetîya û vegerîyabû Swêdê.

Vê rêxistin alîkarîya wê kir û keҁa 19 salî beșdarî grûpên taybetî yên ҁarekirinê bû, bi awayê axaftin û șîroveyê bi keҁên din re yên di heman rewșê de. Mikael Högberg, terapevt ango dermankerê keҁa 19 salî bû, ew bi hêvîye ku ev bibe cara dawî ku kom dibin bo rêznîșandanê bo kesekî ku bi navê namûsê hatibe kuștin:

-Tu behane yan uzur tune ne nuha, ji ber em êdî nekêmzanîyarî ne di vî warî de. Zanîyarîyên me kêmbûn berîya deh salan dema Fadime  hate kuștin.

Li gor Högberg kuștina vê keҁa 19 salî li Landskrona yê karîbû nebûya û ew dibêje bi giștî em karin gelkî karîgertir bibin û pêșî li kuștinên nû yên bi navê namûsê bigirin.

Piștî kuștina keҁa 19 salî, kurek 16 salî û jinek 39 salî bi girêdanên malbatî bi keҁa kuștî re, ji alîyê polîs ve hatine girtin, gumanjêkirî bi tevlîbûna kuștinê û herweha bi tehrîk kirina kuștinê jî.

Astrid Schlytter, docent e di warê sosyolojîya dadmendî de li zanîngeha Stockholmê û pisora pirsên zor û șideta bi navê namûsê ye. Li gor wê lêkolîneke neteweyî di nav ciwanan de diyar kiriye ku % 10 ji keҁan hest dikin ku sînor kirî ne bi girêdanên bi hêz bi bîrûbawerîyên namûs û șerefê ve. Hest bi ҁavdêrî kirinê dikin. Kare derbarê dibistanê be, yan bê bi kêre bizewicin.

-șideta ciwanên îro rastî wê dibin, awayekî kontrolkirina û sînorkirinê bi armanca gehștina tiștekî taybetî, ew jî ku keҁ divê pak û qîz be û bidin bi mêr.

Ev nerîn û hestên ciwanan bi xwe bû lê, Astrid Schlytter dibëje eger em li hêla din ji dezgeh û daîreyan bipirsin bê alîkarîya ҁend kesan di vê rewșê de kirine, mirov dibîne ku derbarê 100 yan 200 kesî di salê de li Swêdê. û bi xwe hejmara kesên bi pêwîstîya alîkarîyê bi gelekî bêhtire, ew derbarê %10 ji hejmara ciwana ye.

Li gor Schlytter, hîna tu amadeyîya dursit bo dana alîkarîyê ba daîre û dezgehên resmî tuneye bo pêșkêșkirina alîkarîyê bo van ciwanan.

 

Back to top button