Polîtîk
Xwendingehên taybet Kurdan dike kêmîne
Şefik Beyaz yek ji damezrînerê Enstituya Kurdî ya Stenbolê: Pêwîste dewlet, mafê wekheviyê bide zimanên neteweyiyên ji bilî Tirkî. Bajarên ku Kurd têde zêde niştecihin divê Kurdî wekî zimanê fermiyê dûyem bê qebulkirin. Bi vê statuya xwendingehên taybet Kurdî dibe zimanê biyanî.
Beyaz da zanîn ku di dawiyê de wê Kurdî jî wekî zimanê Tirkî li saziyên hikûmî de bê bikaranîn û got: Eqlê dewletê yan dê vê yekê qebul bike yan jî Kurd wê derbasî vîn û îradeya serxwebûnê bibin. Eqlê dewletê dê vîna serbixweya siyasî qebul neke lê belê wê perwerdehiya zimanê dayikê qebul bike.