Polîtîk

Barzanî li ser mafê dewletbûnê rijd e

Yek ji mezintirîn rojnameyên almanî “Die Welt“ bala xwendevanên xwe kişandiye ser kêşeya kurdî û diyar dike ku “serokê Kurdên Iraqê Mesûd Barzanî mafê Kurdan yê hebûna dewleteke kurdî dubat dike. “Die Welt“ bi çavkanînîşandana ajansa nûçeyan AFP diyar kiriye ku li gor Barzanî mafê dewletbûnê “mafekî xwezayî ye“, lê ew nikare bi tundiyê were bidestxistin û wiha cih daye gotinên Barzanî: “Em di dema diyalogê de dijîn, û em li ser pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan û hemû dewletên ku Kurd li wan dijîn de kar dikin.“

Rojnameya “Die Welt“ diyar dike ku li bilî Iraqê gellek Kurd li Tirkiye, Sûri û Iranê jî dijin û ew li wan welatan ji gellek aliyan ve rastî çewisandinan tên. “Die Welt“ herwiha balê dikişîne ser rewşa Kurdan li Başûrê Kurdistanê û diyar dike ku “li bakurê Iraqê Kurdan mafê otonomiyê ji xwe re misoger kiriye, herwiha ew bi firotina petrolê dovîzan ji xwe re dabîn dikin.“

“Emê li Sûriyê jî şerê terorîstan bikin“

Li gor “Die Welt“, Barzanî diyar kiriye ku hikûmeta Kurdistanê wê şerê “terorîstan bike, ew li kû jî bin“, bi taybetî li Sûriyê û wiha cih dide gotinên Barzanî:  “Ev erkê me ye ku Kurdan biparêzin, heta ku di hêza me de ye. Lê divê Kurd hay jê hebin ku ji bo nav şerê navxweyî yê li Sûriyê neyên kişandin.“

“Die Welt“ herwiha xwendevanên xwe haydar dike ku dawiya Îlona borî di encama teqîneke xwekuj de li dijî hêzên asayîşê li Hewlêrê 7 kes hatine kuştin û bêtirî 60 kes jî birîndar bûne. Rojnameya navborî herwiha diyar dike ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê, ya girêdayî tora terorîstî na navnetewî al-Qaîde, teqîn girtiye ser xwe û ew êriş weke bersivdaneke “tehdîtên Bazanî yên piştgiriya şervanên kurd li dijî Cîhadistan li Sûriyê“ pêkaniye.

Rojnameya “Die Welt“ yek ji rojnameyên almanî yên herî mezin û temendirêj e û tiraja wê ya rojane 230 hezar e.

Back to top button