Li gora nûçeya Rûdawê,xwendevanên Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala nû de daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin.Xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê bi helwesta hatina sersalê şahîyek li dar xistin û hêviyên xwe yên sala nû ji Rûdawê re diyar kirin.Bi serkêşiya xwendekarên mesihî îro li zanîngehê bo pîrozkirina hatina sersalê çalakiyek bi govend û dîlanan pêk anîn ku DJê bi navê Person bi mûzîka xwe şahî xemiland.Xwendekara bi navê Gulan Ahmed li ser hêviyên xwe yên sala nû wisa got: “Hêviya min ê sala nû ew e ku pêşmerge li dijî dijminên mirovahiyê serbikevin û rewşa aram dîsa vegerînin Kurdistanê. Herwiha ez ji Mesûd Barzanî dixwazim ku dewleta Kurdistanê ava bike.”Herwiha xwendekara bi navê Raz Refhet jî di sala nû de daxwaza wekheviya derfetê ji bo xwendina derveyê welat kir.
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close


