Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, paşeroj bi karîna qutabiyan birêve diçe û got jî niha dema bidestanîna armancan e.
Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê bi helkefta 63yemîn salvegera damezrandina herdu yekîtiyên Qutabê û Lawên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de pîrozbahî li wan kir.
Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniyê de daxwaz ji Yekîtiya Qutabiyan kir ku zêdetir nêzîk bin ji daxwazên xwendekaran û pêşengbin di perwerdekirina lawan de li ser bingeha xebateke serdemyane û got: “Paşeroj bi karîna qutabiyan birêve diçe.”
Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji Yekîtiya Lawan jî kir ku pêşengbin di perwerdekirina ciwan û xortan de bi xebateke serdemyane û got: “Niha dema bidestanîna armancan e.”
Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê her di daxuyaniya xwe de amaje bi rola bi bandor a Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawan kir di dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de.