Xwelî li serê hindek ji eşîra Birûkiyan be!
Hinek kesên ku xwe ji eşîra Birûkî didin zanîn bi zimanên cûda cûda bi navê eşîreta Birûkî peyaman dişînin û ji bilî zimanê wan yê resenê Kurdî, bi hemû zimanên biyanî tirkî, almanî, swêdî.. hwd peyaman dişînin.
Eger ew kesên van peyaman belav dikin bi Kurdî nezanibin jî divê bizanin ku eşîreta Birûkî Kurdin û Kurdistanî ne û zimanê wan jî Kurdî ye. Eger birastî jî bixwazin eşîreta xwe hişyar bikin divê bi zimanê Kurdî xelkê xwe hişyar bikin ne ku bi zimanên biyanî.
Li vî warî de gelek kesên ji eşîra Birûkî, bi taybetî rexne li Şerif Erbenzer Serokê Komeleya Hevkariya Eşîreta Birûkiyan digrin ji ber ku ev yek ji aliyê wî ve hatiye destpêkirin. Her çende destpêşxeriya wî ya hişyarkirina xelkê ji belavbûna şewba Korona Kovid-19 gelek başe û cihê şanaziya hemû mirovayetiyê ye, lê Kurd jî û eşîra Birûkî yê ku bi Kurdî dipeyvin, ew jî mirovin û pêwîste ew jî wekî mirovên din bêne hişyarkirin.
Xelkê Wanê li ser vê yekê gelek bertek nîşan dane û dibêjin xwelî li serê wan Birûkiyan be ku Kurdî nizanin û bi navê eşîreta xwe hemû cîhanê hişyar dikin. Lê eşîreta xwe bi cîh dihêlin û hesabê mirovan jî, ji bo wan Birûkiyan nakin ku li ser eslê xwe û bab û bapirên xwe mane. Hinek ji Birûkiyên li bajarê Wanê jî dibêjin, ew kes ne Birûkî ne, ew bê eslên Birûkiyane.