Cîhan
Xuşka Beşşar Esed jî reviya

Televizyona ku navenda wê li Dubaîyê ye, El Arabiya, di nûçeya xwe de diyar kir ku, Buşra Esed, xuşka Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed jî, ji rejîma Suriyê veqetiyaye.
Li gorî nûçeya televizyona El Arabiya, Buşra Esed, ji bo ku zarokên xwe perwerde bide kirin, li Suriyê derketiye û çûye Dubaîyê. Tê diyarkirin ku, Buşra Esed, ji rejîma Suriyê jî veqetiyaye.
Buşra Esed a 52 salî, yek keça Hafiz Esed e. Hevjîna Cîgirê Sererkanê Suriyê Asif Şewketê ku, 18ê Tirmehê, ji aliyê hêzên mixalifan ve, ku êrîşa avahiya navenda ewlekariyê a li Şamê kiribûn û hatibû kuştin e.