Daqurtandina dolaran jî ket rewacê

Heta niha dihate bihîztin ku tenê qaçaxçî, eroînê dikin wek pakêtên piçûk û dadiqurtînin, ji welatan dibin welatan, piştre derdixin û difiroşin. Lê va ye êdî dest bi daqurtandina pereyan jî hatiye kirin.
14 09 2012, dema balafireke rêwiyan ji Costa Rîkayê hatiye li balafirgeha Medellina Colombiyayê daketiye, du rêwiyên zikmezin û qirase dema jê derketine, bala polîs ketiye ser wan ku ew ji aliyê leşsaxiyê ve ne tekûz in. Polîs ew hildane binê kontrolê û bereçav kirine, bala xwe danê ku di zikê wan tiştine ne wek xwarinê hene. Pêre pêre doktor ketine dewrê û ew du rêwî di cihazan re derbas kirine , dîtine ku her yekê çend topik pereyên kaxez ên Dolarên Emerîkî di zikê wan de ye.
Poslê Colombiyayê ketiye heyretê û şaqiz mane ka wê çewa vî pereyî ji zikê wan du rêwiyan derxin. Herweha polîs daye xuyakirin ku ev cara pêşî ye bi vî rengî pere têne girtin.
Rojeva Kurd/ Stockholm