Mazlumder ji bo "sonda me" bê rakirin serî li DMME'yê dide

Ji Mazlumderê gaveke girîng. Ev çar salin ku Şaxa Amedê a Mazlumderê, ji bo ku li dibistanan “sonda me” were rakirin, têdikoşe. Nihajî Mazlumder amadehiyên xwe dike ku, ji bo rakirina vê sondê, serî li DMME’yê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê) bide.
Serokê Şaxa Amedê a Mazlumderê Abdurrahim Ay, di vê mijarê de wiha gotiye: “Di pêvajoya hiquqî de doza ku me vekir, hate redkirin. Em niha li Daîra Bilin a Şêwirmendiyê (Daniştay) dipên ku vê biryarê neheq bibîne. Mixabin ji hiquqa navxweyî a Tirkiyê zêde hêviya me tine ye. Em ê jî serî li DMME’yê bidin ku, “sonda me” were rakirin.”
“Me di hundirî xwe de digot “em Kurd in”
Abdurrahim Ay anî ziman ku, zarokên Kurdan ji ber vê sondê eciz in û got, “me jî di zarokatiya xwe de nedixwest em vê sondê bixwin. Me her tim di hundirê xwe de digot, “em Kurd in.” Zarokên niha yê Kurd jî heman tiştî dikin. Şermeke mezine ku di vê sedsalê de, di nav pergala perwerdehiyê de, sondeke bi vî rengî hebe. Her sibê, bi pergaleke leşkerî sankî dikevine garnîzonekê, zarok bi “rehet be, amade be” şandina polan û “sonda me” a ku sankî teksteke pîroz tê xwendin, bi ev rîtuelana zarok perwerdekirin, qirkirineke pedagojîk e.”
“Sonda me” a ku her sibê bi zarokan tê xwendin, wiha destpêdike, “Tirk im, rast im, xebatkar im…” di nav sondê de ew îfadeya nijadperest jî heye, “ez hebûna xwe dibexşînima hebûna Tirk, ew çi bextewar e yê ku bibêje ez Tirk im.”