Cîhan

Celîlî di civîna çapemeniyê de laçik da serê rojnamevanên jin

 

3 rojên ku Serokê Konseya Ewlekariya Bilind a Netewê a Îranê Saîd Celîl, li Tirkiyê hevdîtinan dike. Di derheqê hevdîtinan de Celîlî, li Stenbolê li balyozxaneya Îranê civîneke çapemeniyê lidarxist. Ji rojnamevanên jin hate xwestin ku, heta ku wana li nav balyozxaneyê man, serê xwe bigrin. 

Li ser vê, rojnamevanên jin, laçikên ku rayedarên balyozxaneyê dane wan, girtine serê xwe û bi sergirtî civîna çapemeniya a Celîlî şopandin.

Li gorî hiquqa navneteweyî, balyozxaneya Îranê xaka wî welatî tê hesibandin û ji ber vê jî, pîvanên wî welatî tên sepandin. 

Heta niha, rayedarên Îranê, her tim civînên xwe yên bi çapemeniyê re, li otelan lidardixistin û dîmenên bi vî rengî derndiketin holê.

 

   

 

 

 

Back to top button