"Xitaba Ciwanan" ya Ataturk ne ayet e!
Alîkarê Serokê Giştîyê AK Partiyê Hüseyin Çelik, di derbarê xîtaba Atatatürk yên ji bo ciwanan wiha got: ‘Hûn Atatürk nikarin bi qanûnan bidin heskirin, qanuna parastina Atatürk jî çiqas rewşek ecêpe’.
Hüseyin Çelik beşdarê bernameya televizyonek taybet bû û li vir daxûyanîyên girîng da.
Çelik, derheqê sond û xîtabeya ciwanan da axivî û wiha got: ‘ Ma qey ev yek ayete Xwêdê ye. Hûn nikarin bi qanunan Atatürk bidin heskirin. Tiştek wiha xelete. Atatürk Komara Tirkîyeyê damezrand ne wisa, lê hûn lêdinêrin ku, xwestine Atatürk jî bi qanunan bidin heskirin. Ev çi rewşeke ecêp û şaşe.’
Alikarî Serokê AK Partiyê Çelik diyar kir ku, di şera rizgarbûnê da, Atatürk tevgera azadîya gelê Tirk birêvebirîye , damezrînerê Komara Tirkîyeyê ye û wiha pê da çû : ’Xwestine lehengê komarê, bi darê zorê bidin heskirin. Ê ku li vê welatê bijî, gelê ji Atatürk teqez hez bike. Tiştek wiha xelete. Ma mirov yeke mîna Atatürk çawa bi zorê dide heskirin.’
Çelik mijarê anî ser xîtaba ciwanan u wiha dewam kir: ‘ Li dibistanan xwendina Sond û Xîtabeya Cîwanan, gelê êdî were nîqaş kirin.Divê em ji vî netirsin. Kî nivîsîye xîtabeyê? Mirovek. Yanê Reşit Galip. Ma qey tiştê ku nivîsîye emre Xwêdêye, ayete ku ney rakirin. Gelê raya gîşti van mijaran bê tirs nîqaş bike êdî. Hewce dike, nake? Bila bifikirin.”
(Xeberenkurdi)