Serokê Encûmena Bajêrvaniya Şingalê Weyis Nayif dibêje, biryar e di çend rojên bê de encûmena wan vegere Şingalê û dest bi karê xwe bike. Herwiha tekez dike ku bi hebûna Amerîka li Şingalê dê ewlehî vegere wê navçeyê.Piştî dagîrkirina Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî ve, îdareya şeriî ya Şingalê, ku Encûmena Bajêrvaniya Şingalê ye, ji Şingalê derket.Weyis Nayif derbarê vegera encûmena xwe bo Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Şingalê pir xerab e û heta niha hêzên Iraqê nahêlin ku rêya Şingal – Dihok bê vekirin. Lê bernameyeke me heye ku em van rojan vegerin Şingalê, ew jî eger pirsgirêkên din ji me re dernexînin.”Nayif wiha got: “Hikûmeta Iraqê jî soz daye me ku ti astengî û pirsgirêkan ji me re dernexîne û zêrevanan jî ji me re diyar bike, lewma em li hêviya fermanê ne û her demekê ew ferman ji me re bê emê vegerin Şingalê.”Serokê Encûmena Bajêrvaniya Şingalê wiha domand: “Amerîka hêzê xwe şandine Şingalê û hêzên wê serdana navenda leşkerî ya ser Çiyayê Şingalê kirine û biryar e wê navendê nûjen bikin, lê heta niha ev yek yekalî nebûye, ji ber ku eger Amerîka bê Şingalê dê aramî û ewlehî vegere navçeya Şingalê, ji ber ku xelkê Şingalê ji Heşda Şeibî û PKK ditirsin.”
Pêş
29/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir
28/06/2025
Şêx Seîd Îslam û Kurdistan
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Rapirsîna herî dawê: CHP: %32.8 AKP:%28.227/06/2025