Xelata bi xeletî dê bête îadekirin
Derhênerê fîlmê Özgür Doğan ji Aknewsê re axivî û diyar kir ku ew ji ber vê xelatê şok bûne, piştre xelat ji wan hatiye xwestin jixwe ew ê jî îade bikin.
Fîlm behsa, serhatiya mamosteyê xelkê Denizliyê Emre Aydın û zarokên kurd ên gundê Demircî yê Ruhayê dike. Derhêneriya fîlma “du ziman bawolek” Orhan Eskiköy û Özgür Doğan kiriye û di 1’emîn Festîvala Derhêneran a Navneteweyî ya Fîlman de Wezareta Avedaniyê xelata muzîka herî baş da fîlmê.
Özgür Doğan, diyar kir ku Wezaret di meha Berfanbarê de li wan geriyaye û bo 1’emîn Festîvala Derhêneran a Navneteweyî ya Fîlman DVDyeke fîlmê ji wan xwestiye. Doğan, bi bîr xist ku meha Berfanbarê DVDyek ji wan re şandine.
Derhêner Özgür Doğan, destnîşan kir ku berî çend rojan plaketa ku xelata muzîkê wergirtiye, bi kargoyê ji wan re hatiye. Doğan bal kişand ku di fîlma muzîk bi kar neanîne de ji ber ku hêjayî xelata muzîka herî baş hatine, gelekî heyirîne. Berî hizir kiriye ku henek e.
Li ser vê, Doğan bi bîr xist ku ew li wezaretê li cihê pêwendîdar geriyane û ji
Wan re gotiye, “Me di fîlmê de muzîk bi kar neaniye çawa çêdibe xelata muzîkê ya herî baş dane me.” Li ser vê Doğan bal kişand ku piştre ji wezaretê li wan geriyane û xelat paşve xwestine.
Fîlma “Du ziman û bawolek” par di gelek festîvalan de xelat wergirtine. Fîlmê heta niha li Edeneyê Xelata Yılmaz Güney û SİYAD, li Saraybosnayê Xelata EDN Talent, li Abu Dabiyê xeleta herî baş a Rojhilata Navîn, li Antalyayê jî Xelata Portakala Zêrîn wergirtiye. (AKnews)