Polîtîk

Xebat Ne Tenê Li Hemberê Kudutaxwaz, Her Usa Jî Li Hemberê Zîhniyeta Kuduta!

Li ser hewla kudutayê 15ê Tîrmehê salek derbas bû.Li Tirkiyê, cara ewîl e, ku hewla kudutayek, ji ber berxwedana Meclîs, hikumet û gel bi serneket.Paş pêşilêgirtina hewla kuduta, li ser demokrasiyê li hevhatineka fîreh pêkhat.Lê belê hikumeta AK Partî, şuna, ku lihevhatina hanê bi heztir bike û bê qeyd û şert maf û azadiyên navneteweyî cigîr bîke, kete du kudutaxwazan.Ne tenê kudutaxwazan kire armanca xwe, her usa yên ku ne kudutaxwaz in, ketin ber êîişa hikumetê.Bi Biryarnama Di Hukma Kanunê va (KHK), bi hezaran mamosta û akademîsyên jî kar durxist.Bi dehan hezar karmend ji kar derxist û bi wî avayî wan bi malbatên xwe va birçî hişt.Bi ragihandina Rewşa Awarte, pêşî li bi kar anina maf û azadiyan girt.Bi hezaran rexistinên sivîl, rojname, kovar û kanalên televîzyonê daxist û bi vî awayî qada xebata sîvîl û legal û demokratîk tengeber kir.Binemayên serekî ya hiquqe pêpes kir, bi hezaran rêvabirên partiyê siyasi kire zindan, ku nava wan da nunerên Parlamento jî hene.Bi destê Desteya Qazî û Dozgeran, ku xistibû bin rikêfa xwe, her kesek, ku rexne li hikumetê dikir, desteser kir û derxiste ber dadigehê.Di zirufa Rewşa Awerte da şuna şaredariyan, ku bi dengê gel hatibûne hilbijartin, kayim destnişan kir. Kayimên hanê bi alikariya dewletê erîşêkê tund dikin li ser nirx û bahayên Kurd.Kiryarên hanê ne di xizmeta demokrasî û azadî û aşitiyê da ne. Berovajî rewşê aloztir dikin.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, di salvegera yekan a hewla kudutayê da, daxwaz ji hikumeta AP Partî dike, ku ne tenê li dijî kudutaxwazan, her usa zîhniyeta kudatayê jî kar û xebatê bike.Divê hikumet dev jê siyaseta destnişan kirina kayim berde û rêz li vîna gel bigre.Nunerên Parlmentoyê û rêvabirên partiyên, ku hatibûna girtin, bêne azad kirinê.Divê hikumet dev jê siyaseta KHK berde û herçî zûtir Rewşa Awarte betal bike û ji bona guhartin û demokrasiyê û çareser kirina pirsa Kurd gavan bavêje.Divê PKK dev jê siyaseta xebata çekdarî berde û bê qeyd û şert agirbes rabigihîne, ji ber ku siyaseta hanê bo doza Kurd zirarbexş e.Divê hikumet dev je operasyonên leşkerî û mîlîtarîze kirina Kurdistanê berde, ji ber ku siyasetên hanê rewşê aloztir dike.PSK di salroja yekan a hewla kudutayê da banga hezên welatparên Kurdistan û demokrat û guhertinxwaz dike, ku bona azadî, demokrasî û aşitiyê destê xwe bidine hevdu.15 Tîrmeh 2017PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button