Wezîrê tirkiye: Li bajarê Wanê dehan kes tuşî Korona bûne
Wezîrê Tendirustiya Tirkiye civîneke rojnamevaniyê de hejmara dawî ya tuşbuyên şewba Koronayê eşkere kir û da zanîn ku li bajarê Wanê jî dehan kes tuşbûyên Korona heye.
Fahrettin Koca Wezîrê Tendirûstiya Tirkiye da zanîn ku heta niha 30 kes jiyana xwe ji dest dane û 1236 kes jî tuşî Korona bûne. Her wiha li ser pirsiyareke rojnamevanan eşkere kir ku bi rêya qeçax ji Îranê tuşbûyên Koronayê hatine bajarê Wanê û li wir nava bajar de belav bûye û hejmara wan jî dehan kes dibin.
Her çende bi awayeke eşkere hejmara wan tuşbûyên li tirkiyê nayên eşkere kirin, lê belê berî heyvek jî nexweşiya Korona bi rêya wan kesên ku ji Çînê ve hatibûn û Îranê û ji Îranê jî hatibûn bajarê Wanê belav bûbû. Bajarê Wanê rêya wan tûşbûyên Çînê bû û tê pêşbînî kirin ku ji vê hejmarê gelek zêdetir bin.