Civak

Dr Lezgîn Çalî: Xweparastin baştirîn dermanê Koronaye

Dr Lezgîn Çalî ku doktorê dil û hinavane hişyariyê dide xelkê Kurdistanê ku pêdagiriyê li ser rênimayiyên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê bikin, ji ber ku li du rojên Newrozê de rewşa Kurdistanê nebaş bûye.

Her wiha Dr Lezgîn Çalî li videoya xwe ya li ser tora civakiya facebookê hatiye belavkirin, dixwaze têbihige gelo ew kesên derdikevin, bi çi hêceteke derdikevin derve? gelo haya wan û agahiya wan ji nûçeyan nîne ku hemû rojê 400 kes li Îtalya yan welatên din rojane bi sedan kes ji ber vê şewba Korona têne kûştin.

Berdewamiya videoyê de Dr Lezgîn Çalî behsa wan dermanan dike ku torên civakî de wekî dermanê şewba Koronayê tê nasandin. Çalî zanyariyan li ser dermanan dide, lê di heman demî de dibêje xweparastin baştirîn dermane.

https://www.facebook.com/lezgin.chali/videos/2964172770315480/
Back to top button