Polîtîk

Wezîrê Karên Navxweyî: PKK astenga sereke ye

Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir, dibistana ku Japonya li Şengalê çêkiriye ji alî PKK ve hatiye kontrolkirin.

Wezîrê Karên Hundir Ehmed di foruma ku li Hewlêrê hat lidarxistin de têkildarî hebûna PKK ya li Şengalê daxuyanî da.

Ehmed diyar kir ku PKK li Şengalê ye û got: “Li gor agahîyên me PKK li zêdetirî 40 cihan (li Şengalê) heye. Li ser çiyayê Şengalê ye. Midûrîyeta Polîsan a Şengalê di bin kontrola PKK de ye. Ev cîh xistiye bin kontrolê”.

Ehmed, destnîşan kir ku “Ewê nehêlin kesekî xwedî îdeolojiya PKK di nava hêzên ewlekarîya Şengalê de cih bigire” û got ku hin derdor nikarin vê mijarê baş fêm bikin.

Ehmed, amaje bi wê yekê jî kir ku PKK bi piştevanîya hinek alîyên Iraqî li Şingalê ye û got: “Ez bang li hikûmeta Iraqê dikim ku di derbarê hebûna PKK ya li Iraqê de helwestek zelal nîşan bide”.

Ehmed, diyar kir ku PKK ji bo Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmê serêş e û got: “Yên ku piştgirîyê didin PKK aramîya Iraq û Herêma Kurdistanê naxwazin”.

 

Back to top button