Malper Polîtîk Wezîrê Derveyê Fransa şeva xwe Hewlêrê derbaskir

Wezîrê Derveyê Fransa şeva xwe Hewlêrê derbaskir

Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa doh bi firokeyeke taybet serdana Bexdayê kir û li gel Wezîrê Derveyê Iraqê civiya. Piştî civînê Wezîrê Derveyê Fransa şev li Bexdayê nema û bi firokeyeke taybet hate Hewlêrê û li Hewlêrê ma.

Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Biryara Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa sibê înê li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî bicive û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa guftûgo bikin.

Bê nêrîn

Nerîna min :