Hevpeyvîn

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê: Pêşmerge hêzeke destûrî ye

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, hindî Beşar Esed serokê Suriyeyê li ser hukim be dê ev dever hertim di nav rewşeke aloz de be.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, pêşmerge hêzeke destûrî ye.

Li gor rojnameya War, weîzrê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya beşdarçkirin di bernameyeke kanala CNN de beha rewşa Suriyeyê, Îraqê û derbasbûna pêûmerge bi rêya Tirkiyeyê bo Kobanî dike û li dor rewşa Suriyeyê dibêje:

          Hindî serokê Suryeyê Beşar Esed li ser kursiya hukim be dê rewşa deverê û Rojhilata Navîn hertim ya aloz be.

Li dor wan rexneyên li Tirkiyeê tê girtin ku Tirkiyeyê rê ji pêşmergeyê Kurdistanê re da derbasî Kobanî bibe, wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibeêje:

          Yên li ser vê pirsê Tirkiyeyê rexne dikin bila armanca rexneyên xwe diyar bikin, pêşmerge hêzeke destûrî ye û divê çarçoveyê de rê jê re hat dan di nav axa Tirkiyeyê re biçin Kobanî.

Back to top button