Polîtîk

Wezîrê derve yê Tirkiye serdana Hewlêr jî dike

Wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu serdana Hewlêr dike.
Li gora daxûyaniya wezereta derve ya Tirkiye wezîrê derve yê vî welatî di navbera rojên 28/29ê Nîsanê serdana Iraq û başûrê Kurdistanê dike.

Çavuşoglu serdana Bexda, Basra û Hewlêr dike. Bê guman serdana çavuşoglu ji aliyê siyasî ve bi awayek cuda tê nirxandin û aliyê darayî ve û pêwendiyên navbera herêma Kurdistanî û Tirki cuda tê nirxandin.
Tirkiye niha ji hemû demî behtir pêwistî bi pêwendiyên baş li ger welatên cîran heye. Taybetî li gel Iraqê du pirsgirêkên sereke hene. Yek ji wan pirsa avê ye û ya din mayîna PKKê  Ii Iraqê ye.

Wek din Tirkiye ji bo ji nûve avakirina bajarên wek Musil û ew cihên ji aliyê DAÎŞê ve hatîn wêran kirin de cih bistîne di nava hewldanek mezin de ye.

Pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê ji dema biryara referandumê ve gelek têkçûn. Helwesta Erdogan li himber Kurdistanê gelek tund bû. Lê niha rewş asayîtir bûye. Tirkiye cardin dixwaze pêwendiyên du alî ber bi normelizekirinê ve here.

Li gora daxûyaniyan Çavuşoglu li Hewlêr ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani ve tê pêşwazî kirin û dê hevditinekî jî li gel şêwirmendê asayişa Kurdistanê Mesrur Barzanî bike.

Serdana çavuşoglu ya Hewlêr dibe gavek berûpêş ji bo başbûna pêwendiyên du alî di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de.

Back to top button