Wezîrê derve yê Suriye:Divê Tirkiye nakokiyan ji holê rake
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîkdat daxûyakirin ku, “Heya ku dagirkerî bi dawî nebe, em nikarin bi Tirkiyeyê re têkiliyên asayî pêk bînin.”
Wezîrê derve yê Îranê serdana Şamê kir û li gel wezîrê derve yê Suriye hevditinek pêkanî. Piştî civînê wezîrê derve yê Suriye daxûyaniyek da û behsa pêwendiyên li gel Tirkiye kir. Mikdat got, “Heta ku dagirkerî ji holê ranebe em nikarin bi Tirkiyeyê re têkiliyên asayî pêk bînin.”
Têzanîn ku, Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî li Suriye û hinek deverên rojavayê Kurdistanê didomîne. Li Idlibê nuqteyên çavdêriyê yên di encama lihevkirina bi Rûsya û Îranê re hatine çêkirin hene.
Di van demên dawîn de nêzîkbûna di navbera Sûriye û Tirkiyê de dest pê kiriye; Hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê, bi civîna Wezîrên Parastinê ya li Moskowê di 28’ê Kanûnê de bi dawî bû. Roja Pêncşemê (12 Çile) Wezîrê Derve Mewlûd Çavuşoglu ragihand ku ew dikarin di meha Sibatê de bi Faysal Mikdat re bicivin.
Tirkiye piştgiriya opozîsyona çekdar li bakurê rojavayê wî welatî di berdewamiya danûstandinan de berdewam dike. Li aliyê din rêveberiya Şamê çekdarên opozîsyonê weke “rêxistineke terorîst” dibîne.
Mikdat got ku hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Beşar Esad “girêdayî ji holê rakirina nakokiyên di navbera herdu welatan de heyîne.