Wezîrê derve yê Suriye serdana DYA kir..

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî piştî 25 salan bû yekem berpirsê payebilindê Suriye ku, serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.
Şeybanî di çarçoveya serdaneke fermî de çû Washingtonê.
Di serdana xwe de, Şeybanî li ser mijarên têkildarî rakirina hemû cezayên li ser Sûriyeyê nîqaş kir.
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî di serdana xwe de bi rayedarên Xezîneya Amerîkayê re civiya. Balyozê Amerîkayê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack, rayedarên payebilind ên Xezîneyêre civiya.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê derbarê civînê de daxuyaniyek weşand: “Wezareta Xezîneyê bi Sûriyeyê re dixebite da ku aboriya Sûriyeyê bi berpirsiyarî û ewle bi pergala darayî ya cîhanî ve girêbide, di heman demê de li dijî fînansekirina terorîzmê şer bike.”
Piştre Şeybanî bi Senator Jeanne Shaheen, endama payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê re civiya. Senator Roger Wicker, Chris Coons, Joni Ernst, Jacky Rosen, Markwayne Mullin, Richard Blumenthal, Andy Kim, û Nûnerê Taybet Barrack jî beşdarî civînê bûn.
Şeybanî her wiha bi Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jim Risch re jî civiya. Risch got, “Me gavên pêwîst ji bo misogerkirina gihîştina tevahî ya Sûriyê bo aboriya navneteweyî nîqaş kirin. Sûriye xwedî derfet e ku demokrasiyeke aram ava bike, ku herêm bi tundî pêdivî pê heye, û ez hêvî dikim ku ew li ser rêya rast bin.”


