Wezîrê bazirganiyê bersiva Şehristanî da

Wezîrê bazirganiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuayniyekê de bersiva cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê de û got ku, heta nuha li Îraqê ti serjimêriyên giştî bi fermî nahtîne kirin ku, li gor wê serjimêriyê rêjeya budeceya herêma Kurdistanê bê destnîşan kirin.
Xeyrula Hesen wezîrê Bazirganiyê di bersiva Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê ku gotibû; li gor statîstîka Senterê Niştimanî bo pirsên serjimêriyê, jimara şêniyên her sê wîlayetên herêma Kurdistanê piçek ji %13 zêdetir e, divê pişka herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê ji %17 bo ji %13 kêm bibe, dibêje: ”heta nuha ti serjmêrên giştî yên fermî li Îraqê de naehtîna encam dan. Tiştê heta nuha heye û kar pê tê kirin formên qût in û ew jî girêdayî wezareta bazirganiyê ye.”
Wezîrê bazirganiyê dibêje ku, ew rêjeya ji budceya Îraqê bo herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin, pêştir bi tewafiqa siyasî hatiye diyar kirin û parlamentoya Îraqê jî pesind kirye, gelek ji xelkê naverast û başûrê Îraqê nuha li herêma kurdistanê dijîn divê ew jî bên hisab kirin.
Hesen dibêje ku di rewşa îro de ew rêjeya ji %17 weke xwe bimîne baştir e heta ku serjimêriyeke giştî li Îraqê tê kirin.
Weke tê zanîn piştî nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloztir bûyîn, êdî serokwezîrê Îraqê û derdura wî pişka herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê weke karteke fişarê bo ser herêma Kurdistanê bikartîn. derokê Kurdistanê beriya çend roja gotibû ku qutkirina budceya herêma Kurdistanê îlankirina şere li dijî kurdan.