Careke din Cengîz Çandar kirne hedef
Nivîskar û rojnamevan Cengîz Çandar, ji aliyê çapemeniya ku xwe oldar dibîne ve careke din bû hedef. Piştî rojnameya Yênî Akîtê îcar jî malpera bi navê Habervaktîm, Cengîz Çandar hedef nîşan da. Malpera ku navê xwe derbas dibe, bi bûyereke ku qet eleqa Cengîz Çandar pê tine wek hedef hate girtin.
Tê zanîn çend roja berê, heyeta ji parlementerên BDPê pêk dihatin, çûbûn navçeya Şemzînanê gundê Baxlarê lêkolîn kiribûn. Vegerê gerîlayên PKKê rêya parlementerên BDPê birîbûn û qasî nîv seetê propaganda kiribûn. Ev dîmen û sûretên ku di çapamaniya Tirkiyê de zêde cih girt û şîroveyên cuda cuda hatin kirin, ji serdozgeriyê re jî bû hinceta lêpirsîn vekirinê. Çimkî di çapemeniyê de ew bûyera wek hevdîtina PKK û BDPê hate lanse kirin.
Malpera Habervaktîm jî ev bûyera bikaranî û bi ew dîmenana re eleqeya Cengîz Çandar çêkir û careke din kire hedefê.
Malperê sûretê Hevseroka KCDê Aysel Tugluk û Hevseroka BDPê Gultan Kişanak di nûçeya xwe de weşan û niha manşet avêt: Ev e BDPya Çandaran, tenê çekên xwe yên kêm in. A herî balkêş, di manşetê de malperê Cengîz Çandar nîşan da lê di naveroka nûçeyê de qet navê Cengîz Çandar derbas nebûye.