CivakRojev

Wezîr Yerlîkaya: Hemû gumanbarên kuştina Tekelê hatin girtin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di bûyera ku li Esenyurta Stenbolê di esnafên monopolê de 2 kes mirin û 1 kes jî birîndar bûbûn hemû gumanbar hatin girtin.

Wezîr Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku Tarik Ozer û Azad Ozer ên ku di çarçoveya bûyerê da lêgerîna wan dihat kirin jî hatin girtin. Yerlikaya di daxuyaniya xwe de wiha got: “Piştî lêkolînên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê T.Ö. û A.Ö jî hat girtin. Hemû gumanbarên ku di bûyerê de cih girtine, hatine binçavkirin.”
​Ji berî hefteyekî 4 kes li Stanbulê ketina dikanekî de û 3 kesên di dikanê de gulebaran kirin . 2 kesa di cih de jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bibû. Bûyer bi sedema deynekî basît rûdabû.

Back to top button