Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, ew nûçe û îdiayên ku dibêjin “Pêşmerge çekên ku ji bo şerê DAIŞê ketine destê wan, firotine” derewand.Li ser vê yekê, alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwerê Hacî Osman ji Rûdawê re got, ew nûçe û îdia, hemû derew in. Dibe ku hinek kes bi enqest bixwazin navê Pêşmerge û Herêma Kurdistanê xirab bikin.Enwerê Hacî Osman da zanîn ku ti pêşmergeyekî çeka xwe nefirotiye û got, tenê komek pêşmergeyên ku xwestine derbasî Ewropa bibin, çekên xwe firotine, ev jî di nav hêzeke mezin mîna Pêşmerge de, bûyerek normal e.Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge ragihand, dema pêşmergeyek ji Wezareta Pêşmerge vediqete yan xanenişîn dibe, divê çek û tevahiya kelûmelên ku wergirtiye, radest bike paşê veqete.Medyaya Almanya di heyama çend rojên borî de îdia kiribû ku çekên ku Almanya ji bo şerê DAIŞê dabû hêzên Pêşmerge, di nav sûkên bajarên Silêmanî û Hewlêrê de tên firotin!Medyaya Almanya her wiha îdia kiribûn ku parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî nûçeya han piştrast kiriye û gotiye, “Rast e, pêşmerge çekên xwe difroşin çimkî hikûmet mûçe nade wan!”Necmedîn Kerîm li ser vê yekê ji Rûdawê re got, min tiştekî wisa negotiye û her rojnamevanê ku ew tohmeta avêtibe ser min ez êdî bersiva wî nadim.
Pêş
Flaş
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Koça dawî kir27/06/2025