Rojnama Ingilîzî The Guardianê li gel serokê Kurdistanê Mesud Barzanî hevpeyvînek pêkanî.Serokê Kurdistanê di vê hevpeyvîna xwe de, behsa rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê kir.Barzanî di derbarê statûya Kurdistanê de got;Ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji hemî demî nêziktir e.Herweha serok da xûyakirin ku, rêkeftina Kurdistan dabeş kirî ya Sykes-Picot dawî bûye. Niha jî pêwistiya Rojhilata Navîn rêvketinek nûjen heye.Serok Barzanî di hevpeyvîna got: Hêdî Iraq û Suriye wek welatek yekgirtû namîne, bi hevre jiyana neçarî ne tecrûbeyek serkeftî bûye.Ya girîng civaka navdewletî jî vê yekê dibîne û qebûl dike.Barzanî dibêje: “Cîhan gehiştiye wê rastiyê, lê belê wek dizanê, tu helwêsta diplomat û mihafezekaran nabe heta saniyeya dawî û hinek caran jî ligel guhertinan naçin.”Barzanî eşkere kir ku niha nerîna welatên navçeyê jî derbarê dewleta Kurdî de hatiye guhertin û pêşwazîkirina du meh berî niha ya Tirkiyê jî wek mînak pêşan da ku berê bêjeya Kurdistan li wî welatî qedexe bû, lê ew li koşka komarê û li nav dilê Tirkiyê bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin.