Cîhan
Wezareta Derve ya Amerîkayê: Wê hêzên me li Iraqê bimînin
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku wê hêzên wan li Iraqê bimînin û li ser paraztina xwe berdewam bin.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve Vedant Patel, di civîna çapemeniyê de li ser hebûna leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê daxuyanîyek da.
Patel diyar kir ku wê leşkerên Amerîkayê li Iraqê bimînin û got: “Emê li Iraqê paraztina leşkerên xwe bidomînin”. Patel diyar kir ku li hember êrîşên dijî hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê, wan 3 baregehên milîsên li Iraqê kirine armanc û da zanîn ku Amerîka bi hikûmeta Iraqê re bi berdewamî di pêwendiyê de ye.