Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê dahata şeş mehan eşkere kir
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahata şeş mehên ewil ên îsal eşkere kir.
Di daxuyanîya Wezareta Darayî û Aborî de, di derbarê dahata giştî ya petrolê û neftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de agahî hatin parvekirin.
Di daxuyanîyê de dahata 6 mehan a Herêma Kurdistanê wilo ye: “Di navbera 1ê Çile û 25ê Adara 2023an de firotin û hinartina petrolê di sê mehên destpêkê yên îsal de 2 trilyon û 935 milyar û 935 milyon û 72 hezar û 500 dînar bûye.
Nirxê nefta ku di navbera 1ê Çile û 30ê Hezîrana 2023an de ji bo xerckirina navxweyî hatiye terxankirin, bûye 309 milyar û 967 milyon û 348 hezar û 238 dînar.
Dahata Herêma Kurdistanê ya ji derveyî petrolê di şeş mehên yekem ên îsal de 2 trilyon û 74 milyar û 597 milyon û 603 hezar dînar bûye.
Li gor tabloya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de dahata giştî 7 trilyon û 918 milyar û 501 milyon û 23 hezar û 738 dînar e.