Wey li halê kurdan
Birêz Kemal Burkay û Ibrahîm Guçlu li komisyona mafê mirova ya di derberê terorê de axivin. Bi zimanê xelkê(sikakê), qantirê za. Gelek kes hinek li gel û hinek jî li dij bir û baweriyên xwe nivîsîn û gotin. Bê goman, rexne girtin mafê rewa yê her kesîye, rexne ne bin pêşveçûn jî nabin.
Lê çawa rexne ,rexne heye dilê mirov çawa bi xwaze, mirov dibêje û rexne heye jibo rastîyê derxe holê. Taqeta min derbas dike kû ez rexnê hemû rexnegiran şirove bikim. lê ez ê liser rexnê Şerafetin Elçî, Mahmut Kilinç, S.Aydogmus , nerêne xwe bêjim.
Mahmut Kilinç divê bine bira xwe 91- 92 -93 li kû bû gelo jibo neperçebûna Tirkiyê û parastina prensibên ataturk sond xwar, ew xirabe yan dan û standina berêz Kemal Burkay û Ibrahim Guçlu bi komisyona navbirî re xirabe? Bila bersîva vê pirsê M.Kilinç û xwendevanên Nasnamê bidin.
Kek Şerafetin elçî di sala 93-94 çaran de, tev gerîya di wê demê de hat Swed ji kurdên swedê pir qedrê wi girtin jêre salon girtin xelk kom kirin aligirên pkk ê, biser salonê de girtin serê xelkê jibo wî şikandin. Mam Ş.elçî li her derê digot A. ocalan zelamê dewletê ye, pkk û dewletê xêzika fileha li dora miletê kurd gerandine, erkê min ew e kû ez wê xêzikê xirab bikim. Pirsa min ji mam Şereftin ev e A.Ocalan dev ji dewletê berdaye yan na, ew xêzik çi lê hat gelo?
Ya herî giring mam Şerefetin vê carê gazîya xwe dibe ji birêz Mesud Berzanî re, dibêjê birêz Mesud Berzanî tişta kû pkk ê aciz bike û zerarê bide kurda nake, raste. Ez jî dibêjim tişta zerarê bide kurda nake. lê gelo wê birêz Mesud Barzanî pkk ê di rîya te re nas bike, bê goman na. Birêz Mesud Barzanî dizane pkk e çîye û xizmeta çi dike. lê Mesud Barzanî serokê kurda ye, gelekî jî qedir bilinde li bal kurda, ew dixwaze bandora xwe liser her buyerekê bike û têxe xizmeta kurdayetîyê. Ez bawerim tişê di heqê Mahmut Kilinç û Ş. Elçî de min di xwest bêjim her evin.
M. Kilinç xwe gunehbar dibine, şirîkê gelek kirênên wanê ye, nikare bi carekê xwe jê bişo, mecbûre pkk ê bi parêze. Mam Şerafetin jî, kanîya kû avê jê vedûxe naxwaze kevira bavêjê, kirasek xweşik li bejna wî kirin ew kirin parlementer, dûre ew bilind kirin û di rastîye de bê qimet kirin, piroz be!
Seit Aydogmuş dostê min e, ev 30 salin ez û wî hevdû nas dikin. Demek dûr û dirêj di nav tevgera siyasî ya kurdî de kar kirîye. Said dema karê rêxistinî dikir herdem di xwest kû partîya xwe bike alternatifê pkk ê. Ez tû caran ne bûme şahid kû wî A.Ocalan yan ji pkk welat parêz qebûl kirîye.
Ji xwe wî di nivîsek ji yên xwe de kû beriya çend mehan belav kiribû de jî dibêje, potansiyela derveyê pkk herdem ew ajan ditîye, ez ji her weha difikirim. Lê bê pkk siyaset nabe. Bi rastî ev ne karê aqilaye. Heger ew tesbit rast be kû li gorî min raste, çawa yek dikare xwe mecbûr bibine ku li gel ajanan kar bike. Said dostê mine ez jê jî hez dikim. Ez hêvîdarim li xwe vegere, van şaşîyan berdewam neke. Belkî bayê parlementeriyê li serê wî dabe jibo rojên pêş, lê ez ji dostê xwe re bêjim, yên kû li hespê xelkê siwarin herdem peya ne…
Heger bi awakî gelemperî ez nivisa xwe bidim ser hev divê ez bi çend xalan bahsa pkk ê jî bikim.
Pkk, çîrokên wê gelekin mirov nikare her tiştê wê di nivisek wani de bicî bike. lê ez ê çend tiştan dest nişan bikim. Carekê serokê pkk dibêje, mit ê pkk avakir û em finanse kirin. Di dosya dawa ergenekone de, bi 100 dan rûpel liser kirinên pkk ê û dewletê bi hevre kirine hene. Di doza balyozê de jî, ku ew ji girêdayê ergenekonê ne, disan bi 100 dan rûpel hene, ew tev de liser pisiyê dewletê û pkk kû bihevre kirine. Lê dewlet wan eşkere nake. Aysel Tugluk kû endama BDP ê, a bi ser pkk ê dibêje ez Kemalistim, misakî mili diparêzim. Hesip Kaplan li gundê Robozkê ji generalê tirkan re got heger ne pkk ba nûha ev ala tirkî wê ne livir ba. Ew ala Kurdistanê qebûl nakin, marşa milî ya kurdî qebûl nakin, ji kurda re dewletê naxwazin, li tirkiyê şaxekî dewletê ne, li sûrî û li îran ji aynî tiştin.
Ev tiştana tevde ji mere eşkere dikin kû pkk bi destê ergenekonê tê bireve birin, divê roja wê hatibe kû wek milet vê rastîyê em bizanin. Gundîyên hejar kû di derdê nanê zarokê xwede ne nikarin vê yekê bibinin, ev ji siyasetmedaran, ji rewşenbiran û bi taybet ji grup û komeleyên siyasî û berpirsên wan têt xwestin. Divê em xizmeta ji dijminre û diyaloga bi dijminre jihev bidin alî.
Piştî van tiştan teva yên kû ji çi sebebê dibe bila bibe, siyaseta pkk qebûl bike, li gel wê hevpeymaniya ava bike, jiber çi egerê be xwînê bide wê, şaşîtikî dirokî di heqê miletê kurd de li bakûrê kurdistanê dike û wesselam.
Seyîdxan Îmrak
Nasname