Weşaneke demkiya Îranê bi nerast didin zanîn
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê weşaneke demsalî ya Îranê ku têda hevpeyvîneke Serokê Kurdistanê Kurdistanê belavkiribûn de, daxuyaniyek belavkiriye û dide zanîn ku axaftinên Serokê Kurdistanê hatiye destkarî kirin û ew peyv ne axaftinên Serokin…
Havîna sala derbasbûyî ya 2019, demsalnameya lêkolîna siyaseta derveyê Tehranê (Fesilname mutalat siyaset xaricî Tehran) li hejmara xwe ya (13) da, hevpeyvîneke li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê belavkiriye ku hinek ji dezgehên ragihandinê nû bi nû belav dikin!
Têda nêrînek di derbarê referandûmê, ya bi navê birêz Serokê Herêma Kurdistanê xistiye rû ku bi tevahî û bi enqest wate û mebesta axaftinan destkarî kirine û rêzdar bi tu awayekê wan peyv û destnişaniyan ji bo vê mebestê bikarneaniye.
Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
29/01/2020