Weşana bi kurdî erêniye lê
Ajansa Anadolu ya Tirkî dezgehê ragihandina dewletêye û dezgehê herî kevin e. Meha Sibata rêberê gitî yê ajansê hate guhertin. Kemal Ozturk ji dezgehê ravêjkariya ragihandina serokwezîrê Tirkiye veqetiya û bû rêberê giştî yê Ajansa Anadoluyê.
Ozturk biryar da ku di nava ajansê de cih bidin zimanê kurdî jî. Ji bo vê yekê serdana Kurdistana Başûr kir û li gel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hevdîtînek pêkanî. Di vê hevdîtinê de behsa projeya zimanê kurdî jî kir.
Nêçîrvan Barzanî av yek gavek erênî nirxand û da kifşkirin ku ev yek dê bibe sedemê têgihandinekî ragihandinê jî.
Rêberê Giştî yê AA Kemal Ozturk
Kemal Ozturk di vê derbarê de daxuyaniyek ya xwe de dibêje: Gelek tiştên ku serokwezîrê Kurdistanê dibêje nagihê cihê pêwist û herweha tiştên ku serokwezîrê Tirkiye jî dibêje nagihe Kurdistanê. Tiştên digihin jî bi rêya ragihandina biyanî digihe.
Bê guman vekirina beşê kurdî di Ajansa Anadoluyê de gavek gelek girîng e û erêniye. Sedem çibe dê bibe gavek ji bo têgihandinekî. Lê medya Kurdî jî li gora imkanên xwe nûçeyên pêwist û girîng yên Başûrê Kurdistanê û yên Tirkiye jî radigihîne.
Herweha gotar, helwest û çalakiyên serokwezîrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bi tîpên latînî têne ragihandin û nirxandin jî. Ji bilî televizyon û radyoyan jî, gelek malperên Kurdî vê yekê pêktînin û nûçeyên girîng diweşînin.
Bûyerên li Tirkiye jî çêdibin û taybetî bûyer û gotarên ku Kurdan ve girêdayî cardin bi Kurdî digihe raya giştî ya kurd. Ihtimale ne bi awayek pêwist be lê malperên kurdî latînî di vê derbarê de karek hêja dikin.
Ji bo vê yekê ne bi destpêkirina Ajansa Anadoluyê bi zimanê kurdî ev kar dê bête destpêkirin. Ev kar tê kirin lê bê guman destpêkirina Ajansa Anadoluyê bi zimanê Kurdî vê yekê pêşdetir dibe.
Ew medya ku Ozturk medya biyanî bi nav dike piraniya wê medya kurdî bi xwe ye.
Rojevakurd